Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Şaredariyan a bajarê Minbic û gundewarê wê civîna xwe ya sala 2020'an li dar xist. Xebatên xwe nirxandin û plansaziya sala nû danî.

Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariyên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
7 ÇILE, 2021   14:48
MINBIC

 Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl a navenda bajarê Minbicê bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberyiên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, rêveberên saziyên girêdayî Komîteya Şaredariyan hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Hevseroka Komîteya Şaredariyan a Minbicê Bêrîvan Derwîş rapora xebatên sala 2020'an xwend. Bêrîvan Derwîş diyar kir ku di sala 2020'an de 110 proje pêk anîne, jî  kanalîzasyon, sererastkirina rêyan, avakirina garacekê li gundên başûrê û avakirina parka Azadiyê û parka Malbatên Şehîdan.

Her wiha pirsgirêkên ku di pêkanîna projeyan de derketin eşkerekirin, ji wan kêmbûna alavan û nehevkariya şêniyan.

Di raporê de plansaziya sala nû hate diyarkirin, ji wan zêdekirina hejmara şaredariyan li gundewarên Minbicê û peydakirina alavan pêwîst û avakirina bajarekê pîşesaziyê.

Beşdaran jî derbarê xebatên hatine pêkanîn nêrînên xwe parve kirin û ji bo demên pêş proje pêşniyar kirin.

Di dawiya civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gudewarê wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku projeyên ku şaredariyê pêk anîne, pir û mezin in, divê mîna van xebatan werin kirin û pêşxistin.

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QBOX4ZSgr1s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>