Li Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin

Tîma mayinan li bajarokê Şihêl ê gundewarên Dêrazorê mayineke ku ji bo teqandina ji dûr ve hatibû amadekirin, bê bandor kir.

Li Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin
7 ÇILE, 2021   13:18
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî belav kirine, piştî ku welatiyekî li kêleka rêya giştî ya bajarokê Şihêl madeyeke biguman dît, agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê.

Navendê destnîşan kir ku tîma bêbandorkirina mayinan berê xwe da cihê mayinê û piştî ku made lêkolîn kiriye, xuya bû ku mayin e û ji bo teqandina ji dûr ve hatibû amadekirin. Mayin ji 25 kg madeya TNT pêk dihat û ji aliyê tîma mayîinan ve hatiye bêbandorkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku heke madeyên biguman dîtin, agahiyê bidin navendên wan ên herî nêz.

(cx)