​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 8`an a Komkujiya Parîsê ku di encamê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ji hêla MÎT`a dewleta Tirk ve di 9`ê Çileya 2013`an de hatin qetilkirin, li kantona Qamişloyê rêzeçalakî li dar ketin.

​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
7 ÇILE, 2021   13:28
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Qamişloyê bi nêzîkbûna salvegera 8`an a Komkujiya Parîsê, her sê jinên têkoşer Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anîn.

DÊRIK

Li Dêrikê Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star rêzesemîner li dar xistin.

Semîner li taxên Sûkê, Tecnîd û Şehîd Xebat hatin dayîn, bi dehan endamên Kongreya Star û endamên saziyên civaka sivîl tev li semîneran bûn.

Di semînera li taxa Sûkê de, endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dêrikê Şadya Yusif axivî û destnîşan kir ku şehîd Sakîne Cansiz ji wan jinan e ku hevsengî pêk aniye û nirxên pîroz parastine.

Şadya behsa berxwedana şehîd Sakîne ya di girtîgeha Amedê de kir û got: “Şehîd Sakîne ji jinên pêşeng bû ku pêşengiya çalakiyên li girtîgeha Amedê kir.”

Her wiha Şadye bal kişand ser berxwedana şehîd Leyla û şehîd Fîdan û çalakiyên wan ên li qada Ewropayê û got: “Ew bi fermana yekser a ji hêla MÎT`a Tirk ve hatin kuştin.”

Şadya di dawiyê de bang li jinan kir ku asta têkoşînê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst mezin bikin.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî Kongreya Star bi heman mebestê semînerek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê yên Kurd, Ereb û û Suryan tev li semînerê bûn ku li Navenda Çandê ya li herêma Înaş a navçeyê li dar ket.

Di semînerê de endama Kongreya Star a navçeya Çilaxa Şîrîn Hesekî axivî û diyar kir ku şehîd Sakîne mînaka rastîn a hevjiyana azad û daxwazkirina mafên gelê Kurd e. Şîrîn got: “Şehîd Sakîne ruxmî girtinê û sûcên ku li girtîgeha Amedê li dijî wê pêk dihatin, lê wê dev ji têkoşîn û tevgera xwe berneda û ji tevahiya jinan û gelên Kurdistanê re bû mînak. Têkoşîna xwe domand heta ku li Fransayê hate şehîdxistin.”

Paşê sînevîzyonek bi zimanên kurdî û erebî girêdayî jiyana şehîd Sakîne Cansiz hate pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

Kongreya Star a bajarokê Mistafewiyê yê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê bi merasîmekê her sê jinên têkoşer bi bîr anîn. Bi dehan şêniyên gundan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Semîre Yusif axivî û got: “Em hêza xwe ji fikrên her sê têkoşeran ku ji bo azadiya jinan canê xwe feda kirin, digirin. Her sê têkoşeran bi hezaran jinan ji zîhniyeta zordestî xilas kir û bûn pêşengên civakê.”

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek girêdayî têkoşîna her sê têkoşeran a li hemberî faşîzm û zilmê hate pêşandan.

(şx)

ANHA