Li Yemenê di encama topbarana Hûsiyan de 13 sivîl hatin kuştin

Di topbarana Hûsyan a li dijî jîngehan li başûr rojavayê Yemenê de 7 kes di nav de jin û zarok hene birîndar bûn û 6 sivîl jî mirin.

Li Yemenê di encama topbarana Hûsiyan de 13 sivîl hatin kuştin
7 ÇILE, 2021   10:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, ragihand ku koma Hûsiyan duh çarşemê herêma Hîme ya li gerînendeya Teziye li rojhilatê Tezê ya di bin kontrola xwe de dorpêç kiriye û piştre bi çekên giran topbaran kiriye.

Di encama topbaranê de zarokek bi navê Enwer Ebdulfetah, Erefat Dehan, du kesên din û du jin hatin kuştin û 7 jinên din jî birîndar bûn.

Li gorî heman ajansê, endamên koma Hûsiyan bi ser 18 malên li herêma Hîme de girtine û du mal teqandine. Her wiha bi bîr xist ku ji ber topbarana dijwar zirar gihîştiye gelek malan.

Rojnameya Şari ya herêmî ragihand ku piştî ku şêniyên herêmê û Hûsî bi hev ketine, komên Hûsiyan bi çekên giran êrişî herêmê kirine di encamê de gelek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne. Komên Hûsiyan hewl dan ku gelek ciwanên herêmê bi zorê tev li xwe bikin.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama şerê di navbera şêniyan û Hûsiyan de 8 çekdarên Hûsî û 4 kes ji şêniyên Ezle Hîme di nav de du ciwanên ku milîsan revandibûn, hatin kuştin û gelek kes jî ji her du aliyan birîndar bûn. Di dawiyê şer de jî çekdarên Hûsî neçar mane ku ji herêmê vekişin.

(şx)