Trump têkçûna xwe qebûl kir

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump bi rêya daxuyaniyekê ku cîgirê wî li ser Twitterê belav kiriye, li xwe mikur hat ku di hilbijartinan de bi bin ketiye.

Trump têkçûna xwe qebûl kir
7 ÇILE, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi daxuyaniyekê ku cîgirê wî Dan Scavino li Koşka Spî li ser Twitterê belav kiriye, wiha got: “Ez gelekî li dijî encamên hilbijartinan derketim, lê desthilat dê bi awayekî bikontrol di 20`ê Çileyê de were radestkirin.”

Trump wiha lê zêde kir: “Em ê hewldanên xwe bidomînin heta ku hejmartina dengan dubare bibe.”

(şx)