KCDK-E: Em dengê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bigihînin cîhanê

KCDK-E`yê banga xwedîderketina li berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê û gihandina dengê wan ji bo rêxistinên navneteweyî, CPT û Rêxistina Efû ya Navneteweyî, kir.

KCDK-E: Em dengê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bigihînin cîhanê
7 ÇILE, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê-Ewropa (KCDK-E) ragihand ku ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li zindanan, ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 11'ê Çileyê de dest bi çalakiya rûniştinê dikin.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin: "Berxwedana mirovahiyê ya li girtîgehan ku di nava şert û mercên giran de dewam dike, her ku diçe mezin dibe û ji her cihî piştgiriyê werdigire. Ev berxwedan ji bo sazî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan banga ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê ye."

KCDK-E'yê ragihand ku yek ji erkên wan ên lezgîn ew e ku vê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin û li her devera ku lê ne çalakiyan li dar bixin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "'Gava despêkê, çalakiya rûniştinê ya dorveger a 5 rojan, em ê di 11'ê Çileyê de li Berlînê, bi daxuyaniyeke çapameniyê bidin destpêkirin. Her 2 komên destpêkê, ew ê nûnerên saziyan, siyastenmedar û rewşenbîr bin.

Em bang li nûnerên saziyan, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikin ku tevlî çalakiyên rûniştinê yên dorveger bibin, ku ji bo em bibin dengê çalakvanên li girtîgehan.

Çalakî, di 11'ê Çile de, ew ê li navnîşana; Alexanderplatz / Weltuhr – Berlinê, her roj saet di navbera 13.00 – 15.00`an de were kirin."

(cx)