Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî

Bi dagirkirina dewleta Tirk a kantona Girê Spî re zirarên di tevahî aliyên mirovî de çêbûn, bi taybetî jî di warê xizmetguzariyê de. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê sûcên dermirovî û derexlaqî li dijî şêniyên kantonê pêk anîn. Ew tevahî sûcên dermirovî li pêş çavên civaka navdewletî pêk tên.

Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
Piştî zêdetirî salekê zirar û encamên karesat li Girê Spî ya dagirkirî
26 kanûn, 2020   04:16
EYN ÎSA

Salek zêdetir di ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ya di 9’ê Cotmeha par de derbas bû. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê hatin dagirkirin.

Ji dema dagirkirinê û heta niha de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hovanetirîn sûcên li dijî sivîlan pêk anîn, ji qetilkirin, koçberkirin, dizîna mal û milk, girtina bêserûber û heta revandina bi armanca fîdyayê.

ZIRARÊN MIROVÎ YÊN BI SEDEMA DAGIRKIRINA DEWLETA TIRK JI KANTONA GIRÊ SPÎ RE

Di encama dagirkirina dewleta Tirk ji kantona Girê Spî û gundewarên wê re, zêdetirî 100 hezar şênî ji kantonê, gundewarên wê û gundewarên bakur û rojavayê Eyn Îsayê koçber bûn. Koçberên wan herêman li Reqa, Tebqa û gundewarên wê bi cih bûne û di rewşeke madî û jiyanî ya dijwar re li gel rewşên aborî derbas dibin.

Meclisa kantona Girê Spî bi hevkarî û koordîneya bi Rêveberiya Sivîl a Reqayê re 3 hezar û 530 koçber li kampê bi cih kirin. Kamp di 22’yê Mijdara par de li nêzî gundê Til Semin ê gundewarê bakurê Reqayê hat avakirin.

Di encama topbarana bêserûber a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, bi dehan sivîl birîndar bûn û hatin qetilkirin. Hejmara sivîlên ku hatine qetilkirin 46 û 34 jî birîndar bûn.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker kanton dagir kiriye de dagirker û çeteyên wê bi bihaneyên derew û şikandina vîna şêniyan, bê serûber şêniyan direvînin û digirin.  Da ku koçber bibin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îsal hejmareke şênî revandin û ceza lê birîn. Hin ceza muebed in û hin jî heta 15 salan in. ji revandiyan jî, Yasîn Mihemed, Mihemed Beşîr Himêdî û Cuma Îbrahîm û sê birayên hev; Fûad, Tariq û Hadî Abdulkerîm Şêx.

Di vê mehê de, bi tawana ciwanên ji eşîran çek rakirine, hejmarek ji wan hat girtin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji eşîra Meşhor a li gundewarê rojhilatê Girê Spî 3 sivîl girtin, ji eşîra Henade ya li gundê Qeyseriyê yê rojavayê Girê Spî 4 sivîl girtin, 7 ciwanên ji eşîra Bedo ya gundê Zêdî girtin û tevahî mal û milkên sivîlan ji pez û alavên wan jî girtin.

Girêdayî mijarê, koçberê bi navê Fewaz Elî yê ji gundê Zêdî yê dagirkirî bang li şêniyên eşîrên li herêmên dagirkirî kir ku li hember sûcên dagirkiriyê yên li dijî wan serî hildin û bê deng nemînin. Ji ber dagirkirî bi van sûcan dixwazin vîna şêniyan bişikînin.

ZIRARÊN KU DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ KANTONA GIRÊ SPÎ KIRINE

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Girê Spî de çi ji topbaran çi jî ji wêrankirina bimebest, nêzî 114 malên bi temamî û beşî hatin wêrankirin. Li gundê Şergirak bi tenê nêzî 25 malên ku hatine wêrankirin, hatin belgekirin û malên din ên ku hatine wêrankirin jî, li gundewarên bajarokê Curn, navçeya Silokê û gundewarên Eyn Îsayê ne.

Heta bi berhemên cotaran jî, ji sûcên dewleta Tirk a dagirker bê par neman. Bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 63 hezar donim ji zeviyên çandiniyê bi rêya topbaran û şewatên yekser, şewitandin.

AVAHIYÊN GIŞTÎ YÊN KU HATINE DIZÎN Û WÊRANKIRIN

Piştî dagirkirina kantona Girê Spî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dibistan bi awayekî yekser topbaran kirin. Bi wê re perwerde li 288 dibistanên li herêmên dagirkirîn rawestî û 11 dibistanê hatin wêrankirin û 40 jî bûn nuqteyên leşkerî.

Lê dibistanên ku dikevin nava herêmên Rêveberiya Xweser jî, jê 20 bi sedema topbaranên çeteyan ji gundewarên li ser eniyên şer ve, hatine girtin.

Berdevkê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya kantona Girê Spî got nêzî 5 hezar xwendekar ji xwendina li van dibistanan bê par in. Ew jî ji ber tirsa malabatan a şandina zarokên xwe li wan dibistanan e.

Bi armanca birçîkirina şêniyên herêmê, dewleta Tirk a dagirker berhemên li depoyên Dehlîz û Sexrat ên bi nirxa 20 hezar ton  dizî û depoyên Xefiyet Salim "gundê Qizelî" bi temamî ji xizmetê bi der xist. Ew depo jî depoyekî stratejî yê genim bi dehan gundên li wê herêmê bû.

Ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca çewisandina nasnameya gelên li herêmên dagirkirî, wêrankirina û talankirina gelek cihên dîrokî ye. Jê jî girê Dehlîz ê li navçeya Silok, girê Sehlan ê şûnwarî yê li gundê Xirbet Riz û du cihên dîrokî yên li gundê Hemam Tirkmen, ew jî bajarê Faw û Sebî Ebeyd in.

Li gorî çavkaniyên herêmî, dewleta Tirk a dagirker niha sûcên vekolînê li cihên dîrokê bi rêya dizîvanên şûwaran hêsan dike.

Ev tevahî sûc û kiriyarên li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî li pêş çavên civaka navnetweeyî û rêxistinên mafên mirovan pêk tê û bê deng in.

Têkildarî vê yekê, hevserokê kantona Girê Spî Hemîd Ebid bang li civaka naventeweyî kir ku tev bigerin û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe li dijî şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî rawestîne. Li aliyekî din jî bi bêdeniya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li ser van sûcan, dewleta Tirk a dagirker sûcan zêde dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/021iKtZZIyQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>