Li Sûriye sala 2020'an bi gurbûna şer dest pê kir û bi qeyranên siyasî û aborî dewam kir

Ji destpêka sala 2020`an ve di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de şer çêbûn, di heman demê de Rûsyayê bi rêya bazaran siyasetên xwe yên li ser hesabê gelê Sûriyê dewam kirin. Li aliyekî din jî aloziya aborî ya li Sûriyê bi ferzkirina cezayên "Qanûna Qeyser" gurtir bû.

Li Sûriye sala 2020'an bi gurbûna şer dest pê kir û bi qeyranên siyasî û aborî dewam kir
26 kanûn, 2020   01:11
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Girîngtirîn geşedanên ku sala 2020'an li Sûriyê rû dane; li herêma qaşo bêçek şer gur bû, leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û li herêmên hikumeta Şamê aloziya aborî rû da. Di heman demê de artêşa Tirk ji nuqteyên gundewarên Idlib, Hema û Helebê vekişiya.

Di 2`yê Çileya 2020`an de şer careke din li Sûriyê dest pê kir û hêzên hikumeta Şamê hêdî hêdî ber bi bajarê Helebê ve çûn.

Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump û hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp  Erdogan der barê girîngiya rawestandina şer û sivikkirina şerê li Idlibê de li hev kiriye.

4`ê Çileyê, di demekê de ku çeteyên dewleta Tirk eniyên gundewarên Helebê, Seraqib û Mere dikirin armanc, hêzên hikumeta Şamê bajarokê El-Teh ê gundewarên Idlibê kontrol kir.

5`ê Çileyê, hikumeta Şamê bi êrişên hewayî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên Heleb û Idlibê kirin armanc, da ku li gundewarên Helebê eniyên nû vekin.

7`ê Çileyê, Pûtîn bi Esed re li Şamê civiya û serdana Mizgefta Emewî û Katedrala Dayik Meryemê kir.

9`ê Çileyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku li gorî peymanên bi dewleta Tirk re îmze kirine, li “herêma bêçek" a li Idlibê agirbest dikeve meriyetê.

10`ê Çileyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya Belçîka û Almanyayê ya dirêjkirina dema mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê ji bo 6 mehan dirêjtir bibe, erê kir. Li gorî pêşnûmayê alîkarî li şûna 4 dergehan di du dergehan re derbas bibin. Di heman demê de piştî vetoya Rûsyayê dergeha Til Koçer û Tenefê hatin girtin û dergehên bi artêşa Tirk re vekirî man.

11`ê Çileyê, balafirên şer ên hêzên hikumeta Şamê baregehên çeteyên dewleta Tirk ên li dirêjahiya eniyên şer ên bi gundewarên başûrê Idlibê û başûrê rojhilat re bombebaran kirin.

12`ê Çileyê, rojnameyeke sûrî eşkere kir ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî yên mezin birin eniyên pêş ên li rojavayê bajarê Heleb û bejahiyên başûrê wê.

Komên çete yên li Idlibê peymana agirbestê zû binpê kir û gelek taxên bajarê Helebê û gundewarên Hemayê kirin armanc.

Helîkopterên hêzên hikumeta Şamê kaxez avêtin gundewarên Idlib û Helebê, di van kaxezan de bang li sivîlên li herêmên di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra û rêxistinên terorîst ên din de hate kirin ku ber bi "korîdorên mirovî" ve biçin û ji herêmên di bin serweriya çeteyan de derkevin.

LI RÛSYAYÊ CIVÎNEKE ÎSTIXBARATÎ DI NAVBERA ŞAMÊ Û ENQEREYÊ DE

13`ê Çileyê li Moskovê civîneke sêalî ya Sûriye, Rûsya û Tirkiyê bi tevlêbûna serokê îstixbara hikumeta Şamê Lîwaa Elî Memlûk, serokê saziya îstixbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan pêk hat.

14`ê Çileyê, nirxê dolar li hemberî pereyên Sûriyê, hezar lîre derbas kir.

Ajansa Nûçeyan a SANA'yê ya hikumeta Şamê diyar kir ku pergala parastinê  bersiva"êrişeke dijber " li ser balafirgeha T4 a leşkerî ya bejahiya rojhilatê Humisê da.

15`ê Çileyê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Naftalî Bennett, perspektîf da saziyên leşkerî ku tê de îşaret bi girîngiya derxistina îraniyan ji Sûriyê kir.

Hêzên hikumeta Şamê li başûrê Idlibê operasyonên xwe yên leşkerî ji nû ve dan destpêkirin û nuqteyên nû bi dest xistin.

HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ NUQTEYÊN ARTÊŞA TIRK DORPÊÇ KIRIN

19`ê Çileyê,Wwezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çekdaran bi balafirên bêpîlot hewl da êrişî baregeha Himêmîm bike û piştrast kir ku balafir hatin rûxandin û li baregehê tu ziyan çênebûn.

24`ê Çileyê, hêzên hikumetê bajarokê Dêr El-Şerqî serwer kir û ji aliyê rojhilat ve 4 km nêzî bajarê Meret Nûman bûn, di heman demê de ji bo operasyonên xwe yên li rojhilatê parêzgehê eniyek nû vekir, bajarokê Kirsiyan stand û bajarokê Merşamrîn ê stratejîk jî kontrol kir.

25`Çileyê, hêzên hikumetê bajaorkê Tilmens ê stratejîk ê li ser nêzî mezreyên rojhilatê bajarê Meret Nûman a gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê serwer kir, di heman demê de bajarokê Merşemşê yê rojhilatê bajarê Meret Nûman jî serwer kir.

26`ê Çileyê, hêzên hikumeta Şamê geliyê Dîf ê li başûrê Idlibê û Merşorîn ê başûrê rojhilatê Idlibê kontrol kirin, her wiha Meret Nûman û bajarokên Babîla û Dana El-Mera jî dorpêç kirin.

28`ê Çileyê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştrast kir ku li Idlibê, welatê wî dê terorîstan rehet bernedin.

Çapemeniya dewleta Tirk eşkere kir ku Tirkiye sewqiyatên leşkerî şandin sînorê Sûriye-Tirkiyê.

Hêzên hikumeta Şamê Meret Nûman ku duyemîn mezintirîn bajarê parêzgeha Idlibê ye, serwer kir.

29`ê Çileyê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan, banga rawestandina operasyonên hikumeta Şamê yên li parêzgeha Idlibê kir û Rûsya bi binpêkirina peymanên Soçî û Astanayê yên têkildarî Idlibê, tawanbar kir.

Hêzên hikumetê li bakurê Meret Nûman serweriya xwe bi aliyê bajarê Seraqibê ve berfireh kir.

Hêzên hikumetê li eniyên rojava, başûr û rojavayê Helebê pêşve çûn û taxa Raşîdeyn serwer kir, bi vî awayî nuqteya Tirkiyê ya nêzîkî wê hate dorpêçkirin, her wiha bajarokê Mardibisa yê stratejîk kontrol kir û ber bi Seraqibê ve de bi pêş de çû.

3`yê Sibatê, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ji Idlibê de, 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 9 leşkerên din birîndar bûn.

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan eşkere kir ku bersiva topbarana li dijî hêzên Tirkiyê da û balafirên F-16 êrişî 40 nuqteyên Idlibê kirin.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand ku di encama êrişên li Idlibê de 6 leşker hatine kuştin.

Cîgirê wezîrê rê û avakirina bajaran ê Îranê Mehmûd Mehmûdzade ragihand ku welatê wî li gorî muzakeriya dualî, dê li Sûriyê zêdetirî 30 hezar avahiyan ava bikin.

Hêzên hikumeta Şamê piştî bajarokê Neyrebê yê rojavayê bajarê Seraqibê serwer kir, aliyek ji parçeyeyên rêya navneteweyî ya Heleb-Laziqiyê jî serwer kir.

4`ê Sibatê, serokkomarê Tirk Erdogan ragihand ku "Tişta li Idlibê rû da peymana di navbera wan û Rûsyayê de bin pê dike û wê encamên neyînî ji bo rejîma Sûriyê bi xwe re bîne.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, daxuyand ku Rûsya bang li Tirkiyê dike ku peymana Soçiyê ya têkildarî Idlibê bi tundî pêk bîne û wiha got: "Li herêma bêçek a li Idlibê ya Sûriyê bi sedan çete hene û ji bo tev li kiryarên qetilkirinê bibin, ber bi Lîbyayê ve diçin."

5`ê Sibatê serokkomarê Tirk Erdogan muhlet da artêşa Sûriyê ku heta dawiya Sibatê ji nuqteyên çavdêriya Tirkiyê paşde vekişe û gefa "Operasyoneke leşkerî li Idlibê û neçarkirina vekişandina artêşa Sûriyê bi darê zorê xwar."

Hêzên hikumetê Cezraya û Zimar ên li gundewarên başûrê Helebê serwer kirin.

Ji ber ku Tirkiyê derbasbî Sûriyê bû, Amerîkayê bernameya îstixbaratî ya bi Tirkiyê re rawestand.

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li Til Toqan ê li rojhilatê Idlibê bi temamî dorpêç kirin.

6`ê Sibatê, Şamê ragihand ku bi demekê de ku Îsraîlê êriş dikir, hêzên artêşa Tirk sînorê Sûriyê derbas kir.

Hêzên hikumeta Şamê bi awayekî fermî ragihand ku derbasî bajarê Seraqibê yê gundewarên Idlibê bûye.

8`ê Sibatê, hêzên hikumetê piştî bajarokê El-Îs kontrol kir, girt ser nuqteya Tirkiyê ya şeşan.

Hêzên hikumeta Şamê ragihandin ku yekîneyên wan ên ji aliyê gundewarê başûrê Helebê ve hatine rastî hêzên li eniyên gundewarên rojhilatê Idlibê ve hatin.

Hêzên hikumetê bajarokên Îkarda û El-Kesîbê yên li hemberî rêya navneteweyî ya Heleb-Şamê M5`ê serwer kirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê li ser zimanê nûnerên xwe ragihand ku Rûsya û Tirkiyê di civîna li Enqereyê de çêbû, rewşa Idlibê û planên ji bo xurtkirina qada siyasî ya li Sûriyê nîqaş kirin.

10`ê Sibatê, hêzên hikumetê bajarokên Meyznaz û Kefer Heleb ên dikevin başûrê rojhilatê bajarê Etaribê serwer kir û bi vî awayî rêya di navbera Idlibê û Helebê de qut kir.

Tirkiye ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de 5 leşker hatine kuştin û 5 din jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê eşker kir ku bi armanca bersivdayîna topbarana li ser nuqteyên wê yên li Idlibê, wan helîkopterên hêzên hikumeta Şamê xistin xwarê.

Dewleta Tirk ragihand ku wan li Idlibê zêdetirî 100 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kiriye.

11`ê Sibatê, Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan got ku ji ber hikumeta Şamê li Idlibê êrişî leşkerên Tirk kirine, dê berdêlê vê yekê bide.

Hêzên hikumeta Şamê taxa Raşîdeyn û daristana Esed û komeleya rojnemevanan a li rojavayê Helebê serwer kirin.

Hêzên hikumetê ji sala 2012`an de cara yekemîn ku rêya M5`ê ku Helebê –Şamê bi temamî serwer dike.

14`ê Sibatê, hêzên hikumetê Oram El-Kubra ya li gundewarê Helebê serwer kir.

15`ê Sibatê, Erdogan got heke hêzên hikumetê dawiya meha Sibatê ji Idlibê venekişin, ew karên xwe bi wan re dizane.

1`ê Adarê, wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Helûsî Akar eşker kir ku welatê wî li parêzgeha Idlibê li dijî hêzên hikumeta Şamê dest bi operasyona "Deri El-Rebî" kirine.

5`ê Adarê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Moskovê der barê agirbestê li Idlibê li hev kirin, li gorî lihevkirinê koorîdoreke bi ewle li ser rêya M4 were avakirin û dewriyeyên hevbeş werin meşandin.

LI SÛRIYÊ VÎRUSA KORONAYÊ

27`ê Adarê, hikumeta Şamê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) qedexeya çûn û hatina di navbera bajaran de ragihand.

Piştî demeke dirêj  cara yekemîn peywendî bi rêya telefonê di navbera Serokê Ebû Zebî Mihemed û Beşar Esed de çêbû.

29`ê Adarê, hikumeta Şamê ragihand ku li Şamê yekemîn kes bi vîrusa Koronayê ketiye.

AMERÎKA QANÛNA QEYSER PÊK ANÎ

17`ê Hezîranê, Amerîkayê "Qanûna Qeyser" ya birîna cezayên li ser hikumeta Şamê, şîrket an kesên ku nerasterast piştgiriya hikumetê dikin anî tev li pêngavên wan ên leşkerî dibin, xist meriyetê.

8`ê Tîrmehê, hemwextî êrişên Îsraîlê yên li ser nuqteyên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyê, Îranê û hikumeta Şamê  ji bo xurtkirina hevkariya leşkerî peyman mohr kir.

11`ê Tîrmehê, desthilata Îranê  ragihand ku ji efserên mezin ên Pasdarên Îranê Îbrahîm Ismî li Sûriyê hate kuştin.

20`ê Tîrmehê, pergala parastina asîmanî ya hikumeta Şamê bersiva "moşekên dijber" ên li asmanê gundewarên başûrê Şamê da ku dê ber bi herêma Sehnaya ya gundewarên Şamê ve biçûna.

24`ê Tîrmehê, helîkopterên şer ên Îsraîlê bersiva gulebarana Sûriyê ji xeta agirbestê ya li Colanê da û gelek nuqteyên hêzên hikumetê yên li herêma Qinêtrayê kirin armanc.

29`ê Tîrmehê, Wezareta Xezîneya Amerîkayê cezayên nû li dijî kesayet û saziyên girêdayî hikumeta Şamê birî û veberhênanên li Rojhilata Navîn ji dan û standina bi Şamê re hişyar kir. Cezayan ji bo kurê Beşar Esed, Hafiz û tîma yekemîn a hêzên hikumetê bûn.

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Pûtîn ê li Sûriyê Alexander Lavrentiev, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsya Sergey Vershinin û şandeyên bi wan re pêşwazî kirin.

3`yê Tebaxê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê hewldana pêkanîna êrişekê li dijî eniya Şamê têk bir û got ku dê Îsraîlê bersiva êrişkaran bide.

13`ê Tebaxê, balafirên nenas kerwanê serçeteyê Heres El-Dîn ên terorîst Ebû Yehya El-Ozbegî dema ku ber bi gundewarê bakurê rojavayê Idlibê ve diçû ew kir armanc û di cih de hate kuştin.

Fermandarê giştî yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê General Kenneth Mackenzie ragihand ku welatê wî difikire ku di mehên pêş de hejmara hêzên xwe yên li Iraqê û Sûriyê kêm bike.

19`ê Tebaxê, hikumeta Şamê li parêzgeha Laziqiyê parçeyek erd û rûbereke deryayî da Rûsyayê da ku navendeke tenduristiyê ji bo artêşa Rûsyayê çêke.

24`ê Tebaxê, hikumeta Şamê qutkirina avê ji ser Hesekê şermezar kir û Tirkiyê bi pêkanîna sûcên şer tawanbar kir.

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, Hisên Ernûs erkdar kir ku piştî hilbijartinên parlamantoyê yên di Tîrmeha derbasbûyî de li dar ketin, hikumeta nû ava bike.

Navenda Lihevanîna Rûsya ya li Sûriyê eşkere kir ku dewriyeyek Rûsya-Tirkiyê li Idlibê hate topbarankirin, di encamê de du leşkerên rûsî bi sivikî birîndar bûn.

29`ê Tebaxê, piştî çend geran ku 3 rojan dewam kir û negihaştin encaman, gera sêyemîn a diyalogên Komîteya Destûrî ya Sûriyê bi dawî bû.

31`ê Tebaxê SANA'yê li ser zimanê çavkaniyên leşkerî, ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên leşkerî yên li başûrê Şamê de, du leşkerên hikumetê hatin kuştin û 7 leşkerên din birîndar bûn.

6`ê Îlonê, agir bi daristanên Sûriyê û zeviyên wê yên çandiniyê ket.

7`ê Îlonê şandeya rûsî bi hikumeta Şamê re civiya.

9`ê Îlonê balafirên şer ên hêzên hikumeta Şamê li aliyên rojavayê Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn û navendeke çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam kir armanc, di encamê de 11 çete hatin kuştin.

17`ê Îlonê li başûrê Sûriyê kesên nenas erebeya fermandarekî hêzên Feyleqa 5`an a ku Rûsya piştgiriya wan dike, kirin armanc, di encamê de alozî û rageşî çêbû.

Çavkaniyeke tirkî eşker kir ku şandeyên leşkerî yên Tirkiyê û Rûsyayê di civîna ku li Navenda Wezaratê ya Parastina Tirkiyê ya li Enqereyê li dar ket, têkildarî rewşa Idlibê negihaştin tu encaman. Tirkiyê bersiva daxwazên Rûsya ya vekişandina ji "nuqteyên çavdêriyê" yên li Idlibê neda, lê pêşniyar kir ku Minbic û Til Rifetê radestî wê were kirin, lê Rûsya tu bersiv neda.

19`ê Îlonê, artêşa Amerîkayê belavbûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir û radarên sentînal û tankên Beradlî yên şer belav kirin.

30`ê Îlonê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li dijî 3 kes û 13 saziyên girêdayî hikumeta Şamê birîn.

20`ê Cotmehê, artêşa Tirk nuqteya nêzî bajarê Morik ê gundewarên bakurê Hemayê vala kir.

LI HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ KRÎZA NAN Û SOTEMENIYÊ

20`ê Cotmehê hikumeta Şamê buhayê benzîna ji cureya yekê ji 250 lîreyên Sûriyê kir 450 û ya cureyê duyemîn  ji 450 lîreyan kir 650 lîre.

29`ê Cotmehê, hikumeta Şamê nirxê nan kir du qat, bi vî awayî toreyek bû bi 100 lîreyan û tonekî ard jî kir bi 40 hezar lîreyên Sûriyê.

7`ê Cotmehê, hêzên artêşa Tirk ji nuqteya çavdêriyê ya 11`an a li gundê Şêrxar a li bejahiya Hemayê vekişiya û ber bi baregeha Tirkiyê ya li herêma Çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê ve çûn.

11`ê Cotmehê, li Şamê bi sponseriya Rûsyayê kongreya penabera li dar ket, lê beşdarbûna welatên Ereb û rojavayî kêm bû.

15`ê Cotmehê, li Şam û gundewarên wê û parêzgehên di bin serweriya hikumeta Şamê de nan kêm bû û desthilatdaran çareserî ji vê yekê re nedît.

16`ê Cotmehê, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Mualîm mir.

4`ê Kanûnê, li Cinêvê gera çaremîn a Komîteya Destûrê bi dawî bû û tu encamên berbiçav bi dest nexistin.

(eh)

ANHA