Ekrem Hiso: Tirkiye li Heftanînê bi bin ket ji ber wê çeteyên xwe şandin

Ekrem Hiso got: “Ji ber ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftanînê bi bin ketin û hewldana wê ji bo guhertina demografiya herêmê têk çûn, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Partiya Islamî ya Tirkistanê veguhestin herêmên Heftanînê.”

Ekrem Hiso: Tirkiye li Heftanînê bi bin ket ji ber wê çeteyên xwe şandin
26 kanûn, 2020   02:18
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 20`ê Mijdarê de di encama zexta Tirkiyê de Hizba Islamî ya Tirkistanê ji lîsteyên terorê derxist, dewleta Tirk a dagirker çeteyên Heyet Tehrîr (Cebhet El-Nusra berê) û Partiya Islamî ya Tirkistanê veguhestin herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ekrem Hiso di hevpeyvînekê li gel ANHA`yê de got ku veguhestine dewleta Tirk a dagikrer çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cibhet El-Nusra berê) û Partiya Islamî ya Tirkistanê ji herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Heftanînê yên li Başûrê Kurdistanê re, îsbat dikin ku êrişên wê yên li dijî herêmên Parastina Medya û hewldanên bicihkirina wan çeteyan li herêmên sînor ên di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bi bin ketin.

Hiso destnîşan kir ku herêmên Parastinê yên Medya ne mîna herêmên Qerebax, Idlib û Lîbyayê ne. Her wiha piştrast kir ku tevahiya planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dê têk biçin.

Hiso di nava gotinên xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi armanca dorpêçkirina Başûrê Kurdistanê, çiyayên Qendîl û herêmên Parastinê yên Medyayê, dixwaze sîwanekê ji wan çeteyên ji Îgor, Çeçenistan, Ozbekistan û Tajîkistanê re, ava bike. Dewleta Tirk, berê jî wan çeteyan di şerên ji bo dagirkirina Idlib, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîn. Her wiha şandibn Lîbyayê û Qerebaxê.

`DEWLETA TIRK, KURDAN JI WARÊN WAN DIDE KOÇBERKIRIN`

Têkildarî xeteriyên planên Tirkiyê Hiso got: “Dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmên ku dagir dike, biguhere û kurdan ji warên wan bide koçberkirin. Beriya wê jî Turkmen li Kerkûk û malbatên çeteyan ên Îgor û Çeçenistan li Efrînê û Girê Spî bi cih kirin.”

Ekrem Hiso da zanîn ku di encama têkiliyên xurt ên di navbera dewleta Tirk û rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de, Partiya Islamî ya Tirkistanê ji lîsteya terorê ya cîhanê hate destxistin. Dewleta Tirk tenê bi rêya van çeteyên siyasetên xwe pêk tîne û Kurdan qir dike.

Hiso piştrast kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk, guhertina demografiya herêmên Kurd e û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk nikare armancên xwe pêk bîne, ji ber ku gelê Kurd ji gelek serdeman ve li ser axa xwe dijî. Ruxmî tevahiya siyasetên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin, lê ew bi axa xwe ve girêdayî ye.”

Hiso destnîşan kir ku ji bo têkbirina siyasetên dewleta Tirk û ji bo ku gelê Kurd vegere warê xwe yê ku jê hatiye koçberkirin, divê hêzê û partiyên Kurd û Kuristanê bibin yek.

`ÊDÎ KURD DENG VEDA`

Di berdewama gotinên xwe de Hiso bal kişand ser pêvajoya niha û got ku Kurd deng veda, ji ber wê dewletên mêtînger nexasim Tirkiyê, Îran, Iraq û heta Rûsya propagandaya şerê birakujî dikin û wiha berdewam kir: “Rast e nakokiyên siyasî di navbera hêzên Kurd de hene, lê zihniyeta Kurd qonaxa şerê birakujî derbas kiriye. Taybetmendiya her parçeyekî Kurdistanê heye, divê ev taybetmendî li pêşiya parçeyê din nebe asteng.”

Ekrem Hiso di dawiyê de bang li hêzên Kurd û Kurdistanê kir ku bi hev re kar bikin da ku nêrînên xwe nêzî hev bikin û pêvajoya heyî derbas bikin. Hiso xebatên hinek aliyên Kurd ji bo pêkanîna yekitiyê silav kirin.

(şx)

ANHA