Li eniya Eyn Îsayê 3 şervanên Kurd, Ereb û Tirkmen

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsa û gundewrên wê berdewm dikin. Li hemberî êrişan QSD û gelê herêmê berxwedana xwe xurt dikin. 3 şervanên li eniya Eyn Îsayê yên Kurd, Ereb û Tirkmen jî got dê berxwedana wan heta dawiyê bidome.

Li eniya Eyn Îsayê 3 şervanên Kurd, Ereb û Tirkmen
26 kanûn, 2020   03:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên Kurd, Ereb û Tirkmen ji bo parastina axa xwe li eniya şer a li Eyn Îsayê, li kêleka hev berxwedanê dikin.

‘EM Ê GELÊ XWE Û HERÊMÊ BIPARÊZIN’

Şervanê QSD’ê Berxwedan Şehba yê Turkmen diyar kir ku di hefteya dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma Eyn Îsayê berdewam kirin û got: “Wek şervanên QSD’ê me êrişên wan hemû têk birin. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku gundên Mielek, Seyda û Mişêrfê dagir bike. Em ê wek şervanên QSD’ê hetanî dilopa xwîna xwe ya dawî van herêman û gelê xwe biparêzin.”

Şervanê QSD’ê Egîd Qeremox ê Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk ve êrişî bajarê Eyn Îsayê dikin û wiha axivî: “Di êrişên vê hefteyê de gundên Mişêrfê, Cehbel, Xalidiyê, Hoşan, Seyda û derdora kampê berdewam kirin. Her wiha gelek kuştî û birîndarên xwe çêbûn, cenazeyên wan li erdê mane. Em wek şervanên QSD’ê û hemû pêkhatêyên herêmê pêkve li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin û herêmên xwe biparêzin.”

‘LI HEMBER ÊRIŞAN EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’

Her wiha şervanê QSD’ê Xeys Genas ê Ereb jî wiha axivî: “Me êrişên çeteyan ên li ser gundên Mielek, Seyda, Mişêrfê û Cehbel têk birin. Di heman demê de em ê bi hemû pêkhateyên ji herêmê û wek şervanên QSD’ê li hember hemû êrişan hetanî dawiyê li ber xwe bidin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EwhKw6Qioeo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>