Du çeteyên ku li Tebqa û Reqa teqîn pêk anîbûn hatin girtin

2 çeteyên DAIŞ`ê yên hatine girtin diyar kirin ku ji wan hat xwestin ku li bajarên Reqa û Tebqayê teqînan pêk bînin.

Du çeteyên ku li Tebqa û Reqa teqîn pêk anîbûn hatin girtin
26 kanûn, 2020   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi operasyonên taybet ên Hêzên Antî-Teror hatin girtin.

Yek ji çeteyên hatine girtin bi navê Ehmed Elî Hemû ye. Hemû sala 1992`an li bajarê Tebqayê ji dayik bûye. Zilamekî bi navê Ubeyde ku ji bajarê Idlibê ye bi rêya telefonê bi Hemû re diaxive û jê dixwaze ku bi wan re kar bike û dê li hemberî wê karî pereyan bistîne.

Piştre Ehmed Hemû diçe gel Ubeyde da ku çekekê bigire û li bajarê Reqayê teqînan pêk bîne.

Çeteyê DAIŞ`ê Ehmed Hemû dibêje ku “piştî ku min çek wergirt, di meha rojiyê ya 2020`an de min xwest ku alîkarekî min ê vê karî hebe. Ubeyde ji min re motorsiklêtek anî û got karê xwe berdewam bike herta ku em girupekî amade dikin.”

Piştre ji Hemû tê xwestin ku mayînekê biteqîne û dîmenê wê ji wan re rê bike. Hemû li sre wê yekê wiha dibêje: “Min mayîn li ser rêya Mehmûdilî çand, dema ku erebeyeke QSD`ê hat min ji dûr ve mayîn teqand. Du kes di erebeyê de hebûn lê tiştek bi wan nehat.”

Çeteyê DAIŞ`ê Ehmed Hemû diyar kir ku piştre wî bi kesekî din ê bi navê Ebû Ehmed re kar kiriye û wiha dewma kir: “Ebû Ehmed got mayînan biçîne û dema ku erebeyên leşkerî hatin, tuyî dîmenê teqînê bigire û ez jî mayînê biteqînim. Herî dawî dema ku em li motorsikilêtê siwar bûn û em bi lez çûn, erebeya leşkerî hat û em girtin.”

Çeteyê din ê DAIŞ`ê bi navê Ehmed Elî Silêman ji bajarê Meskene ye û di sala 1998`an de ji dayik bûye. Dema ku Silêman refa 9`an dixwend, kesê bi navê Ebû Hisên jê dixwaze ku bi wî re di rakirina baran de kar bike. Piştre her du bi hev re wî karî dikin û Ebû Hisên jê dixwaze ku bi wî re karê teqemeniyê bike.

 

Dema ku çeteyê bi navê Silêman dest bi karê teqemeniyê dike, Ebû Hisên jê dixwaze ku mayînan li ser rêya Reqa biçîne. Piştî demekê Silêman û Ebû Hisên ji Meskene tên Reqayê da ku teqînan pêk bînin. Piştî ku Ehmed Silêman rêya nas dike, çend rojan li derdorê Reqayê dimîne û di 5`ê Mijdara 2020`an de diçin Reqayê û Silêman tevî kesekî din mayînan diçînin.

Piştre Ebû Hisên hebeke hişbir dide Silêman û dihêle ku mayînê biteqîne.

Herî dawî Silêman û kesekî bi navê Qusey diçin cihê mayîn, Silêman mayînê diteqîne û direve lê piştre ji aliyê şervanên QSD`ê ve tên girtin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pkmYxqFn1P8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>