ꞌParastina herêmê ji hemû pêkhateyan tê xwestinꞌ

Şêniyên bajarê Qamişlo îşaret bi girîngiya yekitiya pêkhateyan û girêdana bi xakê kirin û diyar kir ku ewlehiya herêmê bi piştgiriya hêzên leşkerî û xweparastinê misoger dibe.

ꞌParastina herêmê ji hemû pêkhateyan tê xwestinꞌ
19 kanûn, 2020   04:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di demên dawîn  de êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê zêde bûne, artêşa Tirk da ku hîn zêdetir herêman dagir bike bi hemû rêbazan êriş dike, ji ber vê şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê dibîne ku erka parastina herêmê ne tenê ji hêzên leşkerî tê xwestin, lê belê dikeve ser milên her ferdekî.

Ehmed Selîm ê 58 salî û ji Qamişlo diyar kir ku ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilê Sûriyê xweparastin girîng e, lewra divê her kes ji siyaseta dijmin hişyar be, dev ji mal û bajarên xwe bernedin, xwe biparêzin, li hemberî dijmin bisekinin ji ber derketina ji malê dawî li êrişan nayne.

Ehmed Selîm destnîşan kir ku divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin û got ku erka parastina welat ne tenê ji hêzên leşkerî tê xwestin, divê gel jî piştgiriyê bidin van hêzan û xwe û xaka xwe biparêzin.

ꞌJI BO GARANTIYA SERKEFTINÊ YEKITÎ DERMAN Eꞌ

Li aliyekî din welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ehmed ê 64 salî bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha pê de çû: "Artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê dike, ji ber heke em dixwazin di şoreşa xwe de bi ser bikevin divê em destekê bidin hêzên leşkerî û li hemberî dijimin bisekinin, ji ber hêzên leşkerî hêza xwe ji gelê xwe digire û yekitî û xweparastin dermanê aramiya hemû pêkhateyên herêmê ye."

Her wiha welatiya bi navê Efaf Mihemed jî îşaret bi girîngiya parastina xakê kir û ev yek anî ziman:"Rêya herî rast a xelasiya ji dijmin û parastina gelê xwe, yekitiya pêkhateyên herêmê ye, lew ra divê ji biçûk heta mezin xeteriya êrişên dewleta Tirk û dijminatiya Erdogan ji pêkhateyan re bizanin."

Di dawiyê de welatiyê bi navê Fayîz Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk naxwaze ewlehî li herêmê misoger bibe, ji ber vê divê gel pêk ve sûcên artêşa Tirk şermezar bikin û dengê xwe bigihînin hemû dewletên cîhanê, da ku siyaseta Tirkiyê eşkere bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê partiyên kurdî jî di zûtirîn dem de yekitiya xwe ava bikin û bi hev re li hemberî dijimin bisekinin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mw0XLowDuao" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>