Xedîce Îbrahîm: Dewleta Tirk a tecawizkar jinên Kurd dike armanc

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku vîna jinên Kurd armanc tê girtin, dadgehên dewleta Tirk li dijî tecawiza li dijî jinên Kurd dengê xwe dernaxin û got “Saziyên berpirsyar di bêdengiya mirinê de ne.” 

Xedîce Îbrahîm: Dewleta Tirk a tecawizkar jinên Kurd dike armanc
19 kanûn, 2020   02:31
QAMIŞLO-ZÎLAN DERSIM

Dewleta Tirk ji demeke dirêj ve li dijî jinên Kurd destdirêjî, qirkirin û îşkenceyê dike û didomîne. Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm der barê mijarê de got: “Îşkence, tundûtûjî, qirkirin û detdirêjiya li dijî jinên Kurd bi mebesta bêdengkirinê tê kirin.”

Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, li  Efrîn, Girê Spî ve Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, sûc û binpêkirinên li dijî jin û zarokan wiha ne: Hejmara jinên hatine qetilkirin: 88, hejmara jinên revandî: 140, hejmara jinên birîndarbûyî: 176, hejmara zarokên hatine qetilkirin: 99, hejmara zarokên revandî: 11 û hejmara zarokên birîndarbûyî: 176.

 ‘QANÛNÊN DEWLETA TIRK TECAWIZÊ DIPARÊZIN’

Xedîce Îbrahîm bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker,jinên Kurd armanc digire û got, “Dewleta Tirk di nav gelê Kurd de bi taybetî jinên Kurd ji xwe re dike armanc. Di nav civakê de bi çavê namûsê li jinan dinêrin lewra dewleta Tirk vê yeke bi kar tîne û bi vî awayî siyaseta şerê taybet li dijî malbatên Kurd dimeşîne.”    

Xedîce bal kişand ser dadgeh û qanûnên ku bi berpirsyariya xwe ya li dijî sûcên li jinan têne kirin ranabin û got mixabin berevajiyê wê, dadgeh û qanûn kesên destdirêjî jinan dikin diparêzin û tecawizkeran dernaxin ber dadgehan. Xedîce destnîşan kir ku deste dewleta Tirk di tecawizan de heye, emr û fermana tecawizê ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn û got, “Qanûnên dewleta Tirk tecawizê diparêze.”

‘DIVÊ DADGEHÊN MAFÊN MIROVAN HESABÊ JI DEWLETA TIRK BIPIRSIN’

Xedîce bi bîr xist ku her roja ku diçe sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibin û aşkere kir ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, siyaseta pêkanînên tundûtûjiya li dijî jinan, bûyerên destdirêjî û revandinê dewam dikin û got ev kiryar hemû li pêş çavên dinyayê têne kirin. 

Xetîcê bal kişand ku civaka navneteweyî bi erk û berpirsyariyên xwe ranabe û got, “Saziyên Mafên Mirovan û Civaka Navneteweyî li dijî sûcên destdirêjîyê xwe di ker û laliyê datînin. Her roj li Erfîn, Girê Spî û Serêkaniyê jin têne revandin, kuştin û tecawzikirin. Sûcên dewleta Tirk li dijî jinan dike, sûcê li dijî tevayî mirovahiyê ne. Kesên xwe li dijî van sûcên ker û kor û lal dikin, ew jî şirîk û hevparên van sûcan in. Sûcên li Bakur Rojhilatê Sûriyê têne kirin sûcên şer in. Divê dadgehên mafên mirovan dozê li dewleta Tirk vekin û hesabê jê bipirsin.”

SAZIYÊN BERPIRSYAR, XWE KER Û KOR Û LAL KIRIYE

Xetîcê bi bîr xist ku sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê ku bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê têne kirin, gelek zêde ne û wiha axivî: “Li gorî daneyên li ber destê me rêjeya van sûcan gelekî bilind e. Komîteyên mafên mirovan ên navneteweyî heta niha jî qet neketine wan deverên dagirkirî. Sûcên van deran nayên aşkerekirin. Her kes dizane ku dewleta Tirk her roj destdirêjiyê bi jinan dike, wan wekî mal li ber bazaran difiroşe. Saziyên berpirsyar jî xwe li ker û kor û laltiyê danîne.”

‘JIN SEMBOLA AZADÎ Û DADMENDIYÊ NE’

Xedîce Îbrahîm bi bîr xist ku şoreşa Rojava wek şoreşa jinan di dîrokê de cihê xwe girtiye û got, di her bihosta erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de keda jinan heye. Xetîcê aşkere kir ku bi şoreşê re jin bûye sembola azadî, dadmendî û mafnasiyê û got, “Di şoreşê de jin li refên herî pêş bû, di nav hêzên parastinê de li eniyên pêş, axa xwe, gelê xwe û jin parast. Di xebatên rêxistin û perwerdekirina civak û jinan de cih girt. Şoreşa Rojava serkeftina jinan e, şikestina zihniyeta mêrsalarî, dewleta faşist û terorîst e.”  

‘DEWLETA TIRK DITIRSE KU BI AZADIYA JINAN RE CIVAK ZINCÎRÊN KOLETIYÊ BIŞIKÊNE’

Xedîce da zanîn ku bi azadbûna jinan re dê civak jî azad bibe û got gava bi jinên azad û civaka azad dewleta Tirk dê nikaribe polîtîkaya xwe ya destdirêjî û tundiya li ser jinan bidomîne. Xedîce destnîşan kir ku bi hilweşandina zîhniyeta hegemon a mêrsalar dê pergala desthilatdar jî hilweşe û gotinên xwe wiha domandin: “Desthilat, li ser pergaleke baviksalar, zilm û qirkirinê ava bûye. Dewleta Tirk naxawaze desthilata wê bikeve, lewra jî êrişan dibe ser jinan. Gava jin azad bibin dê hegemonyaya dewleta Tirk birûxînin. Civak dê zincîrên xwe yên koletiyê bişikêne.”

Xetîcê, bal kişand ser ku qanûnên dewleta Tirk, bi aqilê dewleta Tirk têne çêkirin û got armanca van qanûnan jî ew e ku profîla civakeke bindest û koledar biafirîne.   

‘HEKE DENGÊ ME BIBE YEK, EM Ê HEQÊ JINAN JI WAN BISTÎNIN Û BIDIN JINAN’

Xedîce Îbrahîm bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û parêzeran kir ku li dijî tundiya li dijî jinan rabin, rê nedin destdirêjiyê û helwesteke yekdengî li dijî vê zilmê raber bikin. 

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm got divê jin serê xwe li ber zilm û zorê newetînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna jinan bişikêne. Em jin divê têkoşîna xwe geş û gurtir bikin. Ji bo tecawiz, revandin û qirkirin bi dawî bibin divê em hevgirtina xwe bi pêş bixin û têkoşînê berztir bikin.”

ANHA