​​​​​​​TEV-DEM'ê li Kobanê cejna Êzî pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi çalakiyekê li goristina Şehîd Dîcle ya Kobanê cejna Êzî pîroz kir.

​​​​​​​TEV-DEM'ê li Kobanê cejna Êzî pîroz kir
17 kanûn, 2020   18:33
KOBANÊ

Bi boneya cejna Êzî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kobanê, çalakiyek li goristana Şehîd Dîcle li dar xist. Bi dehan endamên tevgerê yên kantona Kobanê tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin pîroz kir, piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî û got: "Îro rojeke girîng e, divê em pîroz bikin. Ji ber vê destpêkê em li şehîdan pîroz dikin ên ku di oxira azadiya gelên herêmê de berdêlên giranbuha dane."

Hiso destnîşan kir ku civaka Êzidî bi destê çeteyên DAIŞ'ê azar dîtine, dem hatiye ku bi xwe xwe birêve bibin û bi azadî di bin sîwana rêveberiya xweser de bijîn. Hiso bang li gelê Kurd kir ku  piştgiriya gelê Êzidî bikin û li hemberî komplo û lihevkirinên li ser Şengalê bisekinin.

Xerîb Hiso ji ber wefata Mam Beşîr sersaxî xwest û got: "Mam Beşîr heya şehadetê ji bo azadiya civaka Êzidî têkoşiya."

ANHA