YPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Ferhad Efrîn ê ku di encama kirîza dil de di 16`ê Kanûnê de şehîd bûbû eşkere kir.

YPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
17 kanûn, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Hisên Îbiş (Ferhad Efrîn) ê ji gundê Remedanê li kantona Efrînê ku di 16`ê Kanûna 2020`an de li bajarê Helebê di encama kirîza dil şehîd bûbû eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

Di roja 16`ê Kanûnê de rêhevalê me Ferhad Efrîn li Helebê di encama qrîza dil de şehîd ket.

"Hevrê Ferhad, ji destpêka şoreşa Rojava ve û heta kêliya dawî bi sekna xwe ya têkoşer, di têkoşîna me de roleke girîng lîst. Li hember her cure tehekûm û paşverûtiyê bi hêrs û kîneke mezin sekinî û tu caran ji têkoşînê paşde gav neavêt. Hevrê Ferhad di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî, bi biryardariyeke mezin bi cih anî û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Ferhad Efrîn

Nav û Paşnav: Hisên Îbiş

Navê Dayikê: Fehîma

Navê Bav: Remedan

Cih û dîroka şehadetê: Heleb / 16 Kanûn 2020

Em di şexsê rêheval Ferhad Efrîn de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.