Şêniyên Şengalê di roj 16`an de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 16`an de didome.

Şêniyên Şengalê di roj 16`an de çalakiya xwe didomînin
17 kanûn, 2020   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 16’an de didome .

Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwaza xwe di çerçoveya ku xweseriya Şengalê û îradeya Êzidiyan bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî ne hatiye dayîn.