Artêşa Tirk li ser rêya M4 bi cih bû

Li herêma qaşo bêçek hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk bi dijwarî topbaran kirin. Li aliyekî din hêzên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 bi cih bûn.

Artêşa Tirk li ser rêya M4 bi cih bû
17 kanûn, 2020   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê derdorê gundewarên rojavayê Helebê bi moşekan bi dijwarî topbaran kirin. Hemwextî wê yekê balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêma qaşo bêçek geriyan.

Topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî herêmên li Bare, Filêfil, Sifohin, Fitêra û Kensefra yên gundewarên başûrê Idlibê û Enkawî ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, pêk hat. Her wiha li tixûbên El-Meşariî ya Sehil Xeb çeteyan û hêzên hikumetê bi çekên giran nuqteyên hev hedef girtin. Ta niha tu agahiyên li ser windahiyan nehatine bidestxistin.

SOHR`ê her wiha diyar kir ku ji saetên sibehê ve hêzên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 li Idlibê bi cih bûne û heta niha sedema wê yekê nayê zanîn.

(cx)