Dewleta Tirk ji bo şandina çeteyan ji Somaliyê re amadekariyan dike

Tora Sky Newsê ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên taybet, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, amadekariyê dike ku hezar çete ji baregehên xwe yên li Efrîn û Lîbyayê bişîne Somaliyê.

Dewleta Tirk ji bo şandina çeteyan ji Somaliyê re amadekariyan dike
17 kanûn, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ji torê re eşkere kir ku dewleta Tirk beşeke din a çeteyên li Efrîn, Cerablus û Babê amade dike da ku bişîne Somaliyê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên li başûrê Terablusê navendên leşkerkirinê vekirin. Her wiha diyar kir ku beşa din a çeteyên ku tê payîn ji Somaliyê re bên şandin, li bakurê rojavayê Sûriyê û li başûrê Terablusê têne perwerdekirin.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên Siqûr El-Sune, Lîwa El-Qadisiye, Ehil El-Esir, Xettab û Koma Ebû Qedrî xwe amade dikin da ku biçin Somaliyê. Ji ber ku bi koma Boko Heram a terorîst re ya ku li rojavayê Afrîkayê çalak e, li hev dikin.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku dewleta Tirk desteka navendên milîsên terorîst ên li Lîbyayê dike da ku terorîstan perwerde bike. Ev navend li Yermûk, Terablusê û li sûka El-Ehed li Terhûnê ne.

Çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk li bakurê rojavayê Sûriyê, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 3 navendên leşkerkirina çeteyan ava kirine. Nexasim çeteyên ku ji Lîbyayê vegeriyane.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çavkaniyan îşaret pê kir ku li navendên perwerdekirina çeteyan ên li Sûriyê derdora 500 çete hene û li Lîbyayê jî navên 700 çeteyî hatin tomarkirin, piraniya wan ji Idlib, Hims û Xotayê ne.

Di vê dawiyê de li gorî gelek raporên girêdayî planên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, niyeta Erdogan heye ku çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê bişîne bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê.

Di heman raporan de hate destnîşankirin ku endamên van koman ji Ûygûr, Çeçen, Ozbek û Tacikistanê ne û komên herî hovane ne.

Hejmara endamên vê komê derdora 7 hezar çeteyî ye. Sala 2015`an tevî malbatên xwe derbasî Sûriyê bûn û li çiyayên beravê, gundewarên rojavayê Idlibê li nêzî sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re û li gundewarên Lazîqiyê jî bi cih bûn.

(şx)