Kazimî gihaşt paytexta Tirkiyê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyekê gihaşt paytexta Tirkiyê Enqereyê.  

Kazimî gihaşt paytexta Tirkiyê
17 kanûn, 2020   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyeke hikumetê îro çû paytexta Tirkiyê Enqereyê.

Nivîsgehê ragihand ku Kazimî dê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên Tirk re bicive da ku hevkariya dualî ya Iraq û Tirkiyê, her wiha gelek dosya û dozên din nîqaş bikin.

Nivîsgehê destnîşan kir ku serdan li ser vexwendina Erdogan pêk hatiye.

(dm)