Hêzên bi ser Rûsyayê ve li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi cih bûn

Cara yekê ye ku hêzên ‘Feyleq 5’an’ ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digirin, li nuqteyên li ser sînorê Sûriye-Iraqê li nêzî bajarê Bûkemalê bi cih dibin.

Hêzên bi ser Rûsyayê ve li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi cih bûn
17 kanûn, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî lihevkirina Rûsya-Îranê ku hîna bi temamî naveroka wê nehatiye eşkerekirin û li gorî wê beriya hefteyekê jî nivîsgehên hêzên Rûsyayê li bajarê Bûkemalê hatin avakirin, hin komên girêdayî Îranê (Tevgera Nuceba, Hizbullah a Iraqê û El-Ebdal) hin nuqteyên xwe radestî hêzên ‘Feyleqa 5’an’ kirin.

Ji destpêka aloziya Rûsya û Îranê ve li Sûriyê, ev cara yekê ye ku hêzên Rûsyayê li ser sînorê Sûriye-Iraqê belav dibin.

Hêzên Rûsyayê yekemîn baregeha xwe li bajarê Bûkemalê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ser sînorê bi Iraqê re, vekir û piştre hêzên Rûsyayê li avahiya Hotela Siyahî ya naverasta bajarê Bûkemalê bi cih bûn.

(cx)