Malbatên şehîdan: Em ê li dijî dewleta Tirk bendeke asê bin

Malbatên şehîdan ên bajarê Minbicê piştrast kirin ku ew ê li herêma ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bendeke asê bin.

Malbatên şehîdan: Em ê li dijî dewleta Tirk bendeke asê bin
17 kanûn, 2020   02:27
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker topbarankirina herêmên cuda yên bakurê Sûriyê didomîne. Çavdêr destnîşan dikin ku ev topbaran hewldana dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê nîşan dike.

Êriş û topbarana dewleta Tirk zêdetir li dijî navçeya Eyn Îsa, gundên derdora Minbic û navçeya Til Temirê ne. Ji ber topbaranê zirarên mezin gihîştin malên sivîlan û pirî caran topên dewleta Tirk li jîngehan dikevin.

Têkildarî vê mijarê, Henedî Mihemed a ji Minbicê û xwişka şehîd Hedî Mihemed ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, got: "Malbatên şehîdan sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên me û herêmên dagirkirî qebûl nakin. Ji ber ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin.

Henedî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker goristanên şehîdan li Efrînê piştî ku dagir kir, talan û wêran kirin û wiha lê zêde kir: “Pêwîst e em bi hêsanî dev ji axa xwe bernedin, ji ber ku xwîna şehîdên me ne erzan e. Em ê bi gelê xwe yê li Eyn Îsayê û herêmên din re bibin yek”.

Hevsera şehîd Xelîl El-Hesen Kefa El-Elî ji Minbicê ye girêdayî mijarê wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê di zivistanê de zêde bûn. Ew dixwazin herêmên me dagir bikin. Lê em van êrişan qebûl nakin, ji ber ku şehîdan ji bo ku em ji warên xwe dernekevin, canê xwe feda kir.”

Ji aliyê xwe ve bavê şehîd Mutesêm Mehmûd El-Îdo yê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, Mehmûd El-Îdo hestên xwe wiha rave kirin: "Em êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Em hemû fedeyên şehîdan in, wan bi xwîna xwe welatê me ji terorê rizgar kir. Ji bo parastina axa welatê xwe em amade ne di rêzên pêşîn de cih bigirin.”

El-Îdo di dawiya axaftina xwe de bang li çeteyên ku piştgiriyê didin sûcên dewleta Tirk kir ku vegerin welatê xwe, wî biparêzin li şûna ku bi dijmin re dijberî gelê xwe disekine.

Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên ku li bakurê Sûriyê dagir kirine, bi çekên giran êrişî gundên li bakur û rojavayê Minbicê dikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/aHIVEtpInDI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>