Gelo nuqteyên bi çavdêriya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk radiwestînin lê na?

Êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî derdora bajarokê Eyn Îsayê di hefteyan çaran de didomin. Ev êriş û topbaran, li pêşiya “Nuqteyên çavdêr ên hevbeş” bi çavdêriya Rûsyayê pêk tên. Li hemberî wan êrişan û bêdengiya Rûsyayê şêniyên herêmên li qadan in.

Gelo nuqteyên bi çavdêriya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk radiwestînin lê na?
Gelo nuqteyên bi çavdêriya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk radiwestînin lê na?
Gelo nuqteyên bi çavdêriya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk radiwestînin lê na?
Gelo nuqteyên bi çavdêriya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk radiwestînin lê na?
Gelo nuqteyên bi çavdêriya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk radiwestînin lê na?
17 kanûn, 2020   01:17
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku êrişa wê ya bejahî di 23`yê Mijdarê de li dijî Eyn Îsayê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate şikandin û di encamê de 18 çete hatin kuştin, asta êriş û topbarana xwe li dijî taxên Eyn Îsayê û gundên din ên li rojavayê wê zêde kir.

Ruxmî belavbûna hêzên hikumeta Şamê û Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê li eniyên şer ên li bajarokê li gorî lihevkirina agirbestê ya Soçiyê ya di navbera Enqere û Moskovayê de, lê Rûsya topbarana ku di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û 14 din jî birîndar bûn, paşguh dike.

`NUQTEYÊN LEŞKERÎ YÊN HEVBEŞ JI BO ŞOPANDINA AGIRBESTÊ NE`

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di 9`ê Kanûnê de ragihand ku bi hikumeta Rûsyayê re li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêr ên hevbeş lihev kiriye.

Nuqteyek li rojhilatê bajarokê bi 3 kîlometran, yek din li rojavayê wê bi heman dûrbûnê û ya sêyemîn li nava taxên li bakurê Eyn Îsayê hatin avakirin. Yeknîneyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û hêzên hikumeta Şamê bi çavdêriya Rûsyayê li wan nuqteyan belav bûn.

Li aliyekî din hîlokopterên Rûsyayê piştî rawestandina topbaranê, li ser dirêjahiya eniyên şer di dirêjahiya 5 rojan de, geriyan.

`BÛYERÊN DERBASBÛNA VEŞARTÎ TÊK ÇÛN Û TOPBARAN JI NÛ VE DEST PÊ KIR`

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), duşema borî piştî çend rojan ji avakirina nuqteyên hevbeş, êrişeke bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî Meilekê li bakur rojavayê bajarokê Eyn Îsayê têk bir.

Di kêmtirî hefteyekê de, ev cara sêyemîn e ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan derbasî herêmê bibin da ku gundê Meilekê dagir bikin, rêya navneteweyî kontrol bikin û rê di navbera bajarokê Eyn Îsa û kantona Kobanê de qut bikin.

Piştî êrişan, artêşa Tirk a dagirker derdora bajarokê ji aliyê bakur ve, gundên Meilek, Sayde, Hoşan, Xaldiye û Kampa Eyn Îsayê topbaran kirin.

`XWEPÊŞENDANÊN LI PÊŞIYA BAREGEHA RÛSYAYÊ LI EYN ÎSAYÊ`

Ji ber wan êriş û topbaranê û bêdengiya Rûsyayê li hemberî wan êrişan, bi hezaran şêniyên herêma Firatê, bajarên Tebqa, Reqa û Minbicê li pêşiya mezintirîn baregehên Rûsyayê li bajarokê çalakiyek protestoyî li dar xist û hevkariya Rûsyayê bi êrişên dewleta Tirk re şermezar kir.

`RÛSYA ROLA KU TÊ XWESTIN NALÎZE`

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker valahiya ji ber helwestên navneteweyî yên ne cidî derketiye, bi kar tîne û sûcan li Sûriyê pêk tîne. El-Xelef destnîşan kir ku ew ê herêmê biparêzin û ew mafê wan ê rewa ye.

El-Xelef diyar kir ku Rûsya garantorê agirbestê li herêmên şer ên di navbera QSD û artêşa Tirk a dagirker de ye, lê bi rola ku tê xwestin ranabe.

(şx)

ANHA