​​​​​​​QSD’ê û Koalîsyonê li Dêrazorê 1 çeteyê DAIŞ’ê tevî cebilxanê girt

QSD’ê bi çalakiyeke hevbeş a bi Kaolîsyona Navneteweyî re, çeteyekî şaneya DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê girt, her wiha hejmareke cebilxane û çekên li gel çete jî desteser kir.

​​​​​​​QSD’ê û Koalîsyonê li Dêrazorê 1 çeteyê DAIŞ’ê tevî cebilxanê girt
16 kanûn, 2020   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha tê de hate gotin: "Hêzên me yên taybet û hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 15’ê Kanûnê de çalakiyeke hevbeş li dijî şaneya girêdayî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li bakurê Dêrazorê pêk anî. Di encamê de çeteyekî ji şaneya terorîst û hejmarek ji cebilxaneyê girt."

Navendê da zanîn ku çeteyê şaneyê di qaçaqiya malbatên DAIŞ’ê, çeteyên wê, teqîn û sîuqastkirinê de dixebitî.

(fr)

ANHA