Yekitiya Erebî qutkirina avê li ser Hesekê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir

Yekitiya Parlamentoya Erebî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li NY û civaka navneteweyî kir ku helwesteke diyar li hemberî siyasetên wê nîşan bidin.

Yekitiya Erebî qutkirina avê li ser Hesekê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir
16 kanûn, 2020   21:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku ew ji ber kirinên dijminahî yên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê bi rêya qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê metirsîdar in.

Yekitiyê kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li Yekitiya Ewropayê (YE) û tevahiya hêzên hezkiriyên aştiyê kir ku van tevger û sûcên dewleta Tirk red bikin.

Her wiha bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji mafên cîrantiyê re bigire û yekser mudexeleya xwe di kar û barên Sûriyê de rawestîne.

(şx)