Li Şehbayê koçberên ji Efrînê kolanên taxên xwe sererast dikin

Koçberên ji Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, kolanên taxên ku lê dimînin, sererast dikin.

Li Şehbayê koçberên ji Efrînê kolanên taxên xwe sererast dikin
15 kanûn, 2020   12:21
 ŞEHBA

Gelek şêniyên Efrînê yên koçberî gund û navçeyên kantona Şehbayê bûne, di malên nîvhilweşiyayî de li ber xwe didin heta ku Efrîn rizgar bibe û dewleta Tirk jê were derxistin.

Bi hatina demsala zivistanê re û ji ber derfetên kêm ên Şaredariya Gel û aliyên peywendîdar, malbatên koçberî navçeya Ehdasê bûne, dest bi însiyatîfekê kir û bi xebateke hevpar û komînal dest bi sererastkirina kolanên taxên xwe kir.

Piştî ku her malbatekê 5 hezar lîreyên Sûriyê ji bo anîna qûm û kevirên şikandî da, dest bi kar kirin.

/kr/uploads/files/2020/12/15/122445_-1600x1200_1.webp

Feysel Mihemed ku li komîna 3’yan a navçeya Ehdasê dimîne, got:" Xebatê bi hejmareke kêm dest pê kir. Em bang li şêniyên din jî dikin ku beşdarî vê însiyatîfê bibin."

/kr/uploads/files/2020/12/15/122356_-1600x1200.webp

Sibhî Mihemed jî diyar kir ku ew bi hevkarî rêyan çêdikin da ku kolanên wan paqij bin.

/kr/uploads/files/2020/12/15/122422_-1600x1200.webp

Koçberê bi navê Elî Henan jî da zanîn ku ji dema ku ew gihaştin kantona Şehbayê bi hevkarî dixebitin û got dewleta Tirk a dagirker herêmên wan wêran û talan dike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PMJ_TEwOb8U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>