Fermandariya Serhedê: Sîxurên ku tên qadên gerîla dê bibin hedefa me

Fermandariya Eyaleta Serhedê diyar kir ku hin kesên bi navê ‘nêçîrvaniyê’ ji bo karên sîxuriyê tên qadên gerîla da ku nuqteyên wan tespît bikin, dê bibin armanc êrişên gerîla.

Fermandariya Serhedê: Sîxurên ku tên qadên gerîla dê bibin hedefa me
11 kanûn, 2020   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û tê de wiha got:

"Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ji bo derbê li hêzên me yên eyaletê bixe, li herêma Serhedê îxbar û karên sîxuriyê dimeşîne. Ji bo nuqteyên hêzên me yên gerîla û kampên zivistanê tespît bike, bi navê 'nêçîrvaniyê' berê sîxuran dide herêmê. Vî karî jî bi giranî li qadên Tendûrek, Gilîdax û Çemçê dimeşîne ku li van deveran derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Yên ku ji bo îxbarê tên herêmên gerîla û karên sîxuriyê dikin, wê ji ber vî sûcî bibin hedefa me. Ji ber vê yekê em hişyariyê didin ku ji bo karên sîxuriyê neyên qadên gerîla û bang li gelê xwe yê welatparêz jî dikin ku li hemberî van sîxuran hişyar be."

(cx)