​​​​​​​Çalakiya gelê Şengalê ya destekkirina Asayîşa Êzidxanê didome

Çalakiya ku gelê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de dewam dike.

​​​​​​​Çalakiya gelê Şengalê ya destekkirina Asayîşa Êzidxanê didome
9 kanûn, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşê ya Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de dewam dike.

Gelê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dike û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Heta niha gelê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwazên xwe di çarçoveya ku xweseriya Şengalê û îradeya êzidiyan bê naskirin, pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikumeta Iraqê bersiveke erênî nehate dayîn.