​​​​​​​Cenazeyê şehîdê QSD'ê El-Îsa li Şedadê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Selman El-Îsa yê ku dema erka xwe bi cih dianî şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hate veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîdê QSD'ê El-Îsa li Şedadê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê QSD'ê El-Îsa li Şedadê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê QSD'ê El-Îsa li Şedadê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê QSD'ê El-Îsa li Şedadê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê QSD'ê El-Îsa li Şedadê hate veşartin
8 kanûn, 2020   14:24
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyê Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê Selman El-Îsa ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi goristana Şehîdan a navçeyê ve çûn.

Li goristanê merasîmeke hat lidarxistin û bi deqeya rêzgirtin û turona leşkerî ya şervanên QSD'ê dest pê kir.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Sayil El-Zobai axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bila tevahî cîhan şahid be ku gelê me zilm û koletiyê qebûl nake û bi hezaran şehîd dan da ku azad û ewlelî bijî. Em bi şehîdên xwe serbilind in ji ber ku bi saya wan em ji tarîtiya DAIŞ'ê xilas bûn û aştî û jiyana hevbeş li herêmê belav bû."

Heverokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Niçûm jî got, şehîdan li hemberî komên çete yên DAIŞ'ê efsaneyên berxwedanê bi xwîna nivisandin. Niçûm, soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serkeftinê û avakirina Sûriyeke demorkatîk, pirrengî û ne navendî.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tîlîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA