Rojnameyên erebî: Jeffrey dibêje ew li Sûriyê têk çûn

Rojnameyên erebî yên îro der barê siyaseta Amerîka ya Sûriyê, bandora gihiştna Biden li koşka spî, li ser tevgerên Ixwan El-Muslimîn û mijara lihevhatina dewletên kendavê, nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Jeffrey dibêje ew li Sûriyê têk çûn
7 kanûn, 2020   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

JEFFREY: ME NIKARÎ SÊ ARMANCAN LI SÛRIYÊ PÊK BÎNIN

Der barê siyasetê Amerîka yên Sûriyê rojnameyê El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Piştî ku nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey ji erkên xwe istifa kir, di hevpeyvînekê de pesnê siyaseta serokê Amerîka Trump kir, û got ku wî stratejiyek danî û nehişt ku windabûnên mezin li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê pêk bên. Diplomatê berê diyar kir ku ew û hevalên xwe dê ji herêmê derkevin û li şûna xwe herêmeke baştir bihêlin".

Her wiha Jeffrey got: "Rêveberiya berê nikarî sê armancên xwe pêk bîne, ew jî vekişîna giştî ya hêzên Îranê ji Sûriyê, têkbirina DAIŞ`ê û çareseriya siyasî li Sûriyê, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Koalisyona Navdewletî karîbûn astengiyeke mezin çê bikin û nehêlin Serokê diktator Beşar El-Esed li ser erdê pêş bikeve".

Her wiha James Jeffrey got: "Ev tişt tê wateya ku me li ji bo Rûsya û Îranê dewleteke têkçûyî hişt, eger bixwazin ji vê çiravê derkevin, pêwiste diyalogê bikin". Her wiha diyar kir ku erkê li pêşiya rêveberiya Biden ew ku Rûsyê û Îranê razî bike lihevhatinan bikin ku rijandina xwînê li Sûriyê rawesînin, û "El-Esed têxin bin kontrolê".

'EL-IXWAN JI BO GIHIŞTINA BIDEN LI KOŞKA SPÎ BI ÇOŞ IN'

Der barê tevgera koma Ixwan El-Muslimîn rojnameya El-Ereb nivîsî: "Koma Ixwan El-Muslimîn li bendê nema ku serokê Amarîkayê yê hatiye hilbijartin Joe Biden  dest bi erkdariya xwe bike û ji bo gihiştina wî ya koşka spî pir bi coş e."

 Coş û leza komên ji daxuyaniyên hin rêveberên wê xuyan dike.

'QETER LI DIJÎ ÎRANÊ VEGERIYA HEMBÊZA KENDAVÊ'

Der barê geşedanên li herêma kendavê rojnameya El-Exbar ya Lubnanê nivîsî: "Li aliyekî navbênkariya Kuwêtê û fişarên Amerîkayê yên ji bo bidawîanîna ambargoya li ser Qeterê û çareserkirina aloziya kendavê, li aliyên din jî liv û tevgereke berçav li Siûdiyê pêk tê, ku behsa lihevhatineke berçav tê kirin, weke çawa wezîrê karên derve Fêsel Ferhan diyar kiriye.

Riyad ji bo vê lihevhatinê geşbîn e, li gorî wê her wiha li gorî Waşinton jî, eger ev nêzîkbûn çê bibe, Îsraîl jî tevlê bibe, dê bibe eniyeke hekgirtî li dijî Îranê."

(kn)