Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin

Rêveberiya Xweser ji bo parastina hemû cûreyên lawir û balindeyan, rûbareke mezin veqetand û nêçir li wir qedexe kir. Di encamê de, li gundewarên Tirbespiyê hin cureyên balindeyan ku di bin gefên tunebûn de bûn hatin dîtin.

Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin
Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin
Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin
Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin
Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin
Li Tirbespiyê balindeyên ku li ber tunebûnê têne parastin
7 kanûn, 2020   08:11
QAMIŞLO -RÊNAS REMO

Piştî Rêveberiya Giştî ya Parêzgehên a Herêma Cizîrê girîngî da Bendava Mizgeftê ku li bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye, bû parêzgeheke xwezayî. ye.

Hêjayî bibîrxistinê ku di 2015`an de, Rêveberiya Giştî ya Parêzgehên Gerînendetiya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê, bendava Mizgeftê wekî parêzgeheke xwezayî ragihand, piştre bendava Maşûqê ya navçeya Tirbespiyê jî wekî parêzgeheke xwezayî hate ragihandin.

ꞌDIVÊ PARASTINA WÊ DI ÇARÇOVEYA PARÊZGEHAN DE NEMÎNEꞌ

Piştî Rêveberiya Parêzgeh û Bendavan a li herêma Cizîrê bendên Maşûqa û Mizgeftê yên gundewarê navçeya Tirbespiyê ya kantonê wekî parêzgeh ragihand, hin cureyên balindeyan ku di gefa tunekirinê de bûn, jinûve derketin.

Balindeyên wekî tîtî, kew, qitik, sûsik û hwd li parêzgehên xwezayî hejmara wan zêdebû. Di heman demê de, ew balinde ji nêçirê jî hatin parastin.

Bijîşkê Sewalan (Beyterî) Heval Yusif diyar kir, ku ev balinde divê parastina wan di çarçoveya parêzgehan de nemîne, ji ber ji cihekî diçin cihekî, divê herêmên taybet ji bo zêdebûn û xwedîkirina wan were diyarkirin.

LÊÇÛNA XWEDÎKIRINA MIRÎŞK Û BALINDEYAN KÊM E

Lêçûna xwedîkirina balindeyan û mirşkan ji bo şêniyên gundewaran pir kêm e, ji ber rêbazên xwedîkirina wan hîn wekî berê ye, wan berdidin nav çêrgehan, di heman demê de ev balinde zêde nexweş nakevin.

Ji bo xwedîkirina van balindeyan pîn li li kêleka malan an jî li ser xaniyan tên lêkirin.

ꞌLI HERÊMÊ HIN CUREYÊN DIN ÇÊBÛNꞌ

Li herêma Cizîrê gelek cûreyên balindeyan ên kevnar tên xwedîkirin, ji wan mirîşk, werdek, qaz û dîk. Di nava çend salan de hin kesên  li navçeya Tirbespiyê ku balindeyan xwedî dikin, hin cureyên nû derbasî herêmê kirin, ji wan neamê, teyrê tawûs û mirîşka berhama û mirîşka ferûnî.

Têkildarî mijdarê bijîşk Heval Yusif ev yek anî ziman:"Xwedîkirina hin kesan ji balindeyên nû yên wekî teyr tawûs, kew û neamê gelek sûd jê tê girtin û li herêmê hejmara wan hêdî hêdî zêde dibe. Li aliyekî din zehmetiya xwedîkirina wan di peydakirina aşlekirin, cihên baş û atmosfêrekê guncav de heye."

Loqman Îbrahîm li navçeya Tirbespiyê teyrê Tawûs xwedî dike û wiha axivî:"Xwedîkirina neamê, kew û teyrê tawûs ne wekî cûreyên din ên balindeyan e, xwedîkirina wan gelek rêbazan dixwaze."

Loqman Îbrahîm diyar kir, ku xwedîkirina teyrê tawûs pêwîstiya wan bi aşlekirin, pileya germahiyê ya guncav, qefes, baxçe, malên taybet û êm heye, her wiha divê bi balindeyên din re neyên xwedîkirin. Teyrê tawûs rêjeya zêdebûna wan kêm e ji ber di salê de tenê 6 hêkan dikin.

Di dawiyê de Loqman Îbrahîm destnîşan kir, ku hin mal balindeyên xemilandinê xwedî dikin, ji ber dengên wan xweş e, heta li dikanan tên firotin, ji wan kenarî, hesûn, bilbil, aşiq û maşûq, kevok û balindeyên cinetê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ogzzqFCYH0g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>