Wezîrên derve yên YE`yê ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk nîqaş dikin

Wezîrên karên derve yên dewletên Ewropayê îro di civîna xwe de mijara lêgerîna gazê li rojhilatê Deryayê Spî, derfeta ferzkirina cezayan li Tirkiyê û gelek dozên din nîqaş dikin.

Wezîrên derve yên YE`yê ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk nîqaş dikin
7 kanûn, 2020   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên ewropî di civîna îro de biryaran nagirin wê bihêlin lûtkeya lîderên Yekitiya Ewropayê (YE) ya ku tê payîn pêncşemê li dar bikeve. Serokên YE`yê di Cotmehê de ji dewleta Tirk xwest ku lêgerîna gazê li ava nakok a li rojhilatê Deryayê Spî rawestîne, yan jî dê rastî cezayan were.

Dewleta Tirk beriya çend rojan bi rêya Wezîrê Karên Derve Mewlût Çawişgolu ragihand ku ew amade ye, danûstandinên bêşert bi Yewnanistanê re bide destpêkirin. YE`yê jî piştrast kir ku keştiyên lêgerînê yên dewleta Tirk hîna xebatên xwe li ava nakok bi Yewnanistan û Qubrisê re didomînin, ev jî nayê qebûlkirin.

Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias duh ragihandibû ku dewleta Tirk operasyonên leşkerî li ser axa biyanî pêk tîne, herêman li dewletên cîran dagir dike û gefa derxistina şerekî dixwe. Nikos Dendias destnîşan kir ku dewleta Tirk gefê li istiqrara li Ewropa, cîhana Ereban û Qafkasyayê dixwe.

 (şx)