Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya beşî hate ragihandin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa koronayê (Covid-19), li seranserî herêmên rêveberiyê qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya beşî hate ragihandin
5 kanûn, 2020   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Qedexeya derketina beşê 15 rojan dewam dike. Qedexe ji sibe (Yekşemê) 6'ê Kanûnê dest pê bike û 20'ê heman mehê bidome.

Li gorî biryara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê:

"-Bazaranên mezin, bazarên În û Yekşemê û hwd..ne di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 16:00'an wê vekirî bin.

-Dibistan, zanîngehên, navendên perwerdeyê ji nû ve tên vekirin, bi şertê ku tedîbîrên xweparastinê werin girtin.

-Qedexeya ser li tevgera bas û polmanan ji bo derketin û ketina herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê rakirin.

-Ji bilî nimêja înê û yekşema pîroz û ligel girtina tedbîrên pêwîst ên tenduristiyê, tevahî cihên îbadetê girtî dimînin.

-Tevahî kombûnên mezin ( holên şahiyan, konên sersaxiyê, civîn û konfransan) qedexe ne.

-Divê hemû welatî û karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser de maskan li xwe bikin, tedbîrên xweparastinê bigirin, li tevahî cihan rêgeza dûrketina civakî bi kar bînin û bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane heta ku ev pandemic bi dawî bibe.

-Mafê her rêveberiyeke ji rêvberiyên xweser û sivîl heye ku têkildarî pandemiya koronayê û li gorî rewşê biryarên pêwîst bistîne lê bi şertê ku ne li dijî bendên jor bin.

(dm)

ANHA