Li Şehbayê şêniyan li dijî ambargoyê çalakiyek li dar xist

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li dijî ambargoya li ser Şehbayê hatiye danîn li pêşiya bendê kontrolê yê Furqeya 4`an a hêzên hikumeta Şamê ya li navçeya Ehdasê xwepêşandanek dar xist.

Li Şehbayê şêniyan li dijî ambargoyê çalakiyek li dar xist
5 kanûn, 2020   14:24
ŞEHBA

Hikumeta Şamê ji beriya 3 salan ve ambargoyeke giran li ser herêmê daniye û nahêle ku madeyên xwarinê, sotemenî, kelûpel û pêdiviyên çandiniyê û hwd, derbasî herêmê bên kirin.

Bi hatina zivistanê re, mazot li herêmê tune ye, ji ber ku benda kontrolê ya Furqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê rê nade sehrîcên sotemeniyê ku derbasî kantonê bibin.

Bi sedan koçberên efrînî û şêniyên kantona Şehbayê li dijî wê yekê çalakiyek li pêşiya benda kontrolê ya hêzên hikumetê ya li navçeya Ehdasê li dar xist.

Şêniyan xwest ku li gel vê sermaya dijwar, bihêlin ku madeya mazotê derbasî herêmê bê kirin.

Şêniyên herêmê û şêniyên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê di 2018`an de berê xwe dan kantona Şehbayê, ambargoya ku hikumetê li ser wan ferz kiriye wekî rêbazeke şantajê bi nav dikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nVyI_EV6TZ4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>