Artêşa Tirk Zap û Avaşîn bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Zap û Avaşîn ên herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk Zap û Avaşîn bombebaran kirin
4 kanûn, 2020   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 28’ê Mijdarê, 1 û 3’ê Kanûnê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

HPG’ê ev agahî parve kirin: “Êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, di vê çarçoveyê de;

28`ê Mijdarê balafiran bombe li devera Şehîd Rustem a herêma Zapê barandin.

1`ê Kanûnê balafirên şer du cara bombe li devera Werxelê ya herêma Avaşîn barandin.

3`yê Kanûnê di saetên navbera 12:00-14:05’an balafirên şer 15 caran bombe li devera Werxelê barandin.

Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”