KCDK-E: Ji bo azadiya Ocalan werin Stûttgartê

KCDK-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên Kurdan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan tevlî meşa ciwanan a li Stûttgartê bibin.

KCDK-E: Ji bo azadiya Ocalan werin Stûttgartê
4 kanûn, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê her kes tevlî meşa ciwan a 5`ê mehê  ku dê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan were lidarxistin bibe. Meşa ciwanan wê  li Stûttgartê di çarçoveya kampanyaya ''Bes e ji faşîzm û dagirkeriyê re! Ji Ocalan re azadî'' were lidarxistin. Her wiha got ku em bang li gelê xwe, ciwanan, dostan, mirovahiyê, tevgerên çepgir û sosyalîst dikin ku bi rengekî aktîf tevlî meşê bibin.

Rêber Ocalan li dijî şer aşitî, li dijî faşîzmê azadî ye. Azadbûna Ocalan wê mirovahiyê bigihîne azadiyê.

Her wiha KCDK-E diyar kir ku meş wê 5'ê Kanûnê saet 15.00'an li Lautenschlagerstrê dest pê bike.