Çeteyên “El-Hemze” li bakurê Helebê nuqteyeke leşkerî ava kirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundewarê bakurê Helebê nuqteyeke leşkerî ava kirin. Dê çete di wê nuqteyê de perwerdeya hêzên taybet bibînin.

Çeteyên “El-Hemze” li bakurê Helebê nuqteyeke leşkerî ava kirin
4 kanûn, 2020   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên “koma El-Hemze” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker îro li herêma Hiwar Kilis a li gundewarê bakurê Helebê ku li ser sînorên Tirkiye-Sûriyê ye. nuqteyeke leşkerî ya nû bi navê nuqteya “Şehîd Yasir Ebû El-Şêx” vekirin.

Ev cara yekê ye ku li herêmên gundewarê bakur û rojhilatê Helebê yên di bin serweriya hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, nuqteyeke leşkerî tê vekirin. Dê li wê nuqteyê çeteyên dewleta Tirk perwerdeya serdegirtina li bajar û avahiyan bibînin û wekî hêzên taybet derçûn bibin.

Çeteyên koma “El-Hemze” yên girêdayî dagirkeriya Tirk li dijî sivîlên herêmên ku dagir kirine wekî Cerabilus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî gelek binpêkirin pêk anîn. Her wiha herî dawî li beşdarî şerên Lîbya û Qerebaxê bûn.

(dm)