Piştî biryara vekişînê ya Amerîkayê Îran li Iraqê bi tevger dibe

Piştî çend rojan ji kuştina Muhsin Fexrîzade û hemwextî biryara DYA`yê ya kêmkirina hêzên xwe yên li Iraqê, komên alîgirên Îranê endamên xwe li gelek bajar û herêmên Iraqê zêde kirin.

Piştî biryara vekişînê ya Amerîkayê Îran li Iraqê bi tevger dibe
4 kanûn, 2020   09:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Mijara kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê li Iraqê bi xwe re metisriyên bikaranîna Îranê ji vê valahiyê re da ku serweriya xwe li Iraqê berfireh bike, anîn. Her wiha fikar hene ku DAIŞ`ê careke din vegere û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî êrişan pêk bîne, nexasim li herêmên rizgarkirî.

Rojnameya Şerq El-Ewsat ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî ewlehiyê wiha diyar kir: “Komên alîgirên Îranê hewl didin hêz û sewqiyatên xwe li herêma deşta Neynawa û Şengalê zêde bikin.”

Destpêka vê hefteyê, komên Heşd zêdetirî 100 erebeyên veguhestinê yên leşkerî anîn deşta Neynewayê. Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike jî piştrast kir ku di destpêka vê mehê de sewqiyatên mezin gihaştin deşta Neynawayê.

Bi nêzîkbûna salvegera kuştina fermandarê Feylaq El-Qudis ê Îranê Qasim Suleymanî re ji hêla hêzên Amerîkayê ve, agahiyên ewlehiyê hene ku dibêjin dibe ku Îran bi rêya alîgirên xwe li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê operasyonên taybet pêk bînin.

Çavkanî ji rojnameyê re wiha diyar kir: “Li gorî gelek agahiyên îstixbaratî, di salvegera kuştina Silêmanî de hinek kom plan dikin ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê êrişan pêk bînin.” Her wiha destnîşan kir ku bi rêya van êrişan Îran dixwaze bi awayekî neyekser bersiva kuştina zanyarê Nukleerî Muhsin Fexrîzade bide.

 (şx)