PDK li Qesrê û Wertê hêzên xwe bi cih dike

 PDK`ê di van çend rojên dawiyê hêzên xwe yên leşkerî şandin bajarokê Çoman û Rewandûzê û hêzên xwe li sînorên Qesrê û Wertê bi cih dike.

PDK li Qesrê û Wertê hêzên xwe bi cih dike
4 kanûn, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK di çarçoveya siyaseta xwe ya şerxwaz de ev demeke hêzên xwe tevî çekên giran derbasî sînorê bajarokê Rewandûz û Çomanê dike. Niha jî van çekdarên xwe li sînorê bajarokê Qesrê û Wertê yên ser bi Rewandûzê ve bi cih dike. PDK li ser girên bilind çeperan çêdike û çeperên ku di dema şerê birakujiyê de çêkiribûn, ji nû ve nûjen dike.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, PDK’ê li Qesrê hêzên xwe bi cih kirine. Navên wan cihên ku hêzên xwe lê bi cih kirine û çeperên nû lê çêdike wiha ne; Çiyayê kulîtar, Girê Mayne Sor û Girê Xanulan.

Li sînorê bajarokê Wertê jî cihên ku PDK’ê çekdarên xwe lê bi cih kirine û çeperan lê çêdike jî ev in;  Şaxî Gewre, Zincîre çiyayê Direbî, Zînî Estêrokan (zînî wertê) û Kêle ne.