Li duyemîn mezintirîn stasyonên petrolê yên Başûrê Afrîkayê teqînekê rû da

Îro li duyemîn mezintirîn stasyona petorlê ya Başûrê Afrîkayê teqînekê rû da.

Li duyemîn mezintirîn stasyonên petrolê yên Başûrê Afrîkayê teqînekê rû da
4 kanûn, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Polîsên bajarê Dêrban ê başûrê Afrîkayê diyar kir ku vê sibê li stasyona petrolê ya şîrketa Engin teqînekê rû da.

Li gorî malpera Engin, li stasyona Dêrban rojane 120 hezar bermîl petrol tê derxistin ku ew duyemîn mezintirîn stasyonên petrola xam li Başûrê Afrîkayê ye.

Polîsan li ser zirarên madî û canî yên di encama teqînê de hîna ti agahî bi dest nexistine.

 (eh)