Siyasetmedar: Armanca peymana li dijî Şengalê têkbirina vîna civaka Êzidî ye

Siyasetmedaran bal kişandin ser peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya têkildarî rêvebirina Şengalê de û gotin: "Armanca vê peymanê têkbirina ola Êzîdî û Rêveberiya Xweser a Şengalê ye."

Siyasetmedar: Armanca peymana li dijî Şengalê têkbirina vîna civaka Êzidî ye
4 kanûn, 2020   07:38
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Hikumetên Bexda û Hewlêrê 9'ê Cotmeha 2020'an ji bo rêvebirina Şengalê peymanek îmze kir. Şêniyên Şengalê ev peyman red kirin û wekî komployeke nû li ser gelê Kurd bi giştî û bi taybet civaka Êzîdî bi nav kirin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Xelîl got ku rûdanên li Şengalê berdewamiya komployên AKP`yê yên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ye, nexasim li dijî Şengalê ku navenda ola Êzidayetiyê ye.

Xelîl peymana têkildarî rêvebirina Şengalê bi "Şaştiyeke mezin" bi nav kir û wiha got: "Ji ber ku ev peyman di koka xwe de komployeke nû ye ku bi destê AKP`ê hatiye nivîsandin".

Xelîl bi bîr xist ku 2014`an dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kir, hêzên Iraqê û PDK`ê jê vekişiyan û parastina Şengalê nekirin.

ꞌTÊKBIRINA OLA ÊZÎDÎ Û DERBEKIRINA RÊVEBERIYA XWESER ARMANC E'

Xelîl îşaret pê kir ku peyman piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji Tirkiyê re û hevdîtinên wî yên li gel wezîrê derve yê hikumeta Tirk û îstîxbarata wê pêk hat û wiha domand: "AKP dixwaze Şengalê ji niştecihên wê vala bike, ola Êzîdiyan têk bibe, projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji holê rake û vîna gelê Şengalê lewaz bike."

Xelîl Silêman ev pirs kir: "Gelo çawa PDK û Mesûd Barzanî dikarin jibîr bikin ku di navbera Hewlêr û DAIŞ`ê de tenê 14 km mabû, hawara xwe gihand Hêzên Parastina Gel (HPG). Hêzên Parastina Gel ji bo parastina Hewlêrê ji DAIŞ`ê bi sedan şehîd dan. Her wiha dema li Başûrê Kurdistanê referandom hate ragihandin kesên pêşîn ên ku li dijî Mesûd Barzanî sekinîn Îran û AKP`ê bûn."

Silêman Xelîl di berdewama gotina xwe de diyar kir ku êrişên li dijî HPG`ê yên ku di aloziyê de parastina hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin nesekinîne û got: "HPG ya ku di aloziyê de destek da hikumeta Başûr, niha hikumeta Başûrê alîkariyê dide dewleta Tirk a dagirker da ku vê hêzê têk bibe."

Endamê PYD`ê Silêman Xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şêniyên Şengalê ne wekî beriya 2014`an e, êdî  xwedî hêz û vîn in û dikarin li dijî êrişkaran, bisekinin.

ꞌERDOGAN LI PEY FITNEYA HEYÎ YEꞌ

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî got ku şêniyên Şengalê parastina xwe kirin, Rêveberiya Xweser ji xwe re ava kirin, xwe bi rê ve birin û dibin û wiha pirsî "Wê demê çima hikumetên PDK`ê û Bexdayê dixwazin ewlehî û aramiya Şengalê têk bibin?"

Hisên El-Elî da zanîn ku peymana hatiye mohrkirin, bi destê dewleta Tirk e û ew jî fitneyek e, ji ber dizane ku ev peyman wê di navbera gelê Kurd de şerekî derxîne.

(eh) 

ANHA