Rojnameyên erebî: Civînên komîteya destûrê binkeftî bûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa civînên komîteya destûrê ya Sûriyê, tevgerên dewleta Tirk û rewşa Afrîkayê kirin.

Rojnameyên erebî: Civînên komîteya destûrê binkeftî bûn
4 kanûn, 2020   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KOMÎTEYA DESTÛRÊ XEBATÊN XWE BÊ ENCAM BI DAWÎ DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê nivîsî: “Îro li Cinêvê xebatên gera 4`emîn a civînên komîteya destûrê Sûriyê bê encam bi dawî dibin. Hêvî hene ku bi sponseriya nûnerên navneteweyî Geir Pedersen, civîn destpêka sala bê dîsa berdewam bikin.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de wiha diyar kir: “Helwestên şandeya hikumetê ya bi serokatiya Ehmed Kezberî û şandeya opozîsyonê ya bi serokatiya Hadî El-Behra yên li hemberî nîqaşên girêdayî mijarên ku şandeya hikumetê girîngiyê dide wekî cezayan, penaberan, ‘dagirkeriya’ dewleta Tirk û welatên rojavayî, her wiha yên girêdayî dozên girtiyan, çareseriya siyasî û rewşa jiyanî ya koçber û penaberan ku şandeya opozîsyonê balê dikişîne ser, ji hev cuda bûn.”

‘DELWETA TIRK ÇETEYÊN XWE DIŞÎNE AMEDÊ’

Rojnameya El-Beyan jî wiha nivîsî: “Du Çavkaniyên nêzî fermandariya komên çete yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk, eşkere kirin ku 20`ê Mijdarê di navbera serçeteyên mîlîsên Partiya Turkistanî yê girêdayî Enqereyê û îstixbaratên Tirkiyê de civînek hatiye lidarxistin. Li gorî çavkaniyan, di civînê de hikumeta Tirkiyê pêşniyar kiriye ku çete li sazî û navendên ewlehiyê yên derdorê bajarê Amedê yê başûr rojhilatê Tirkiyê bi cih bibin û beşdarî şerên nû li dijî Kurdên bakurê Sûriyê bibin.“

Çavkaniya ji rojnameyê re wiha got: “Di navbera Partiya Turkistanî û serçeteyê Cebhet Nusra Ebû Mihemed El-Colanî de nakokî derketin, ji ber ku El-Colanî qebûl nekir ku mîlîsên Turkistanî tevî hemû çekên xwe biçin Tirkiyê û got heke çete dixwazin biçin divê hemû çekên xwe yên giran û navîn radest bikin piştre biçin.”

Çavdêrên rewşê dibînin ku Enqere hêzeke nû li hundirê Tirkiyê ji bo şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) amade dike, ku bajarê Amedê baregeha êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên nû li dijî PKK`ê temsîl dike. Berê jî serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Amerîka îqna kiribû ku “Partiya Turkistanî ya Îslamî” ji lîsteyên terorê rake. Bi rastî jî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di destpêka meha Mijdarê de navê partiya navborî ji lîsteyên terora navneteweyî rakir.

‘DÊ AFRÎKA Di NAVENDA ŞERÊ SAR DE BE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Afrîkayê wiha nivîsî: “Şîrovekarên siyasî didîtin ku di 4 salên dawîn de Afrîka ji bo Amerîkayê di dema hikumê Trump de ne girîng bû. Lê ev ne tiştekî xirab e, ji ber ku hemû derdoran behsa îstiqrara siyasî û aborî dikirin ku diviyabû li 54 dewletên Afrîkayê pêk hatiba.”

Xuya ye ku dê piştî şewba Koronayê, ji demên berê zêdetir Afrîka di navenda şerê sar ê nû de be.

(cx)