Li dijî sûcên dagirkeran banga serhildanê li eşîran hate kirin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî bang li eşîrên li herêmên dagirkirî kir ku li dijî sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û got: "Piştî planên çeteyan ên ketina navçeya Eyn Îsayê têk çûn, tola xwe ji şêniyên li kantona dagirkirî hildidin."

Li dijî sûcên dagirkeran banga serhildanê li eşîran hate kirin
4 kanûn, 2020   02:16
EYN ÎSA

28'ê Mijdara 2020'î, li taxa Til Ebyed a rojhilat a kantona Girê Spî ya dagirkirî, di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û şêniyên taxê de şer derket. Di encama şer de ciwanê bi navê Beşar Seed jiyana xwe ji dest da û 2 sivîlên din birîndar bûn.

Her wiha çeteyan bi panzerên  dewleta Tirk a dagirker gelek gund,  jê Qeyseriyê û Xirbet Cehşe dorpêç kirin û ji eşîra Henade 4 sivîl û ji eşîra Meşhûr 3 sivîl revandin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo li ser mijarê axivî û eşîrên li herêmên dagirkirî xwest ku li dijî sûcên dewleta Tirk serî hildin û bendestiyê qebûl nekin.

Nebo got, heger li hemberî van sûcan ranebin wê dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe zêdetir bikin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî Sebrî Nebo, sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, spart binketina wê yên dagirkirina navçeya Eyn Îsayê li hember QSD’ê.

Çeteyên dewleta Tirk di 2 mehên borî de bi armanca ketina navçeya Eyn Îsayê 4 hewldan pêk anîn. Ev hewldan ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demorkatkî (QSD) ve hatin têkbirin û zirarên canî û madî gihandin çeteyan.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/poQK_lYOUCU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>