Meclisa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê banga cezakirina kujerên zarokên Til Rifetê kirin

Meclisa kantona Efrînê û malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê banga hesabxwestina ji sûcdarên komkujiyê kirin.

Meclisa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê banga cezakirina kujerên zarokên Til Rifetê kirin
2 kanûn, 2020   13:07
ŞEHBA

Bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyan li pêşiya Çerxereya Şehîdên Komkujiya Til Di Rifetê kom bûn û wêneyên zarokên di komkujiyê de şehîd bûn, rakirin tevlî xwendina daxuyanî bûn. Çerxerêya Şehîdên Komkujiya Til Rifetê li têketina bajarê Til Rifetê ya kantona Şehbayê ye.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ji beriya 3 salan ve Efrînê bi agirê dagirkiriyê tê şewitandin, rojane sûcên revandin, qetilkirin, talankirin, êrişkirin û wêrankirina mal û milkên welatiyan tê kirin û darên zeytûnan dibirin.

Mihemed Neso îşaret bi bi guhartina demografiyê ya ku artêşa Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne kir û ev yek got:"Artêşa Tirk li hemberî şêniyên Efrînê siyaseteke bizanebûn dimeşîne, da ku şêniyan bi darê zorê koçber bike û temamî demografiya herêmê biguhere."

Mihemed Neso komkujiya dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk anî bi bîr xist û ev yek got: " Delweta Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê yê bi darê zorê koçber bûye, rojane topbaranê pêk tîne û di encama van êrişan ku êş û azar çêkirin, gelek komkujî rû dan, ji wan komkujiya Til Rifetê, Aqîbê û Başmara. Di encama van komkujiyan de jî gelek zarokên bêguneh jiyana xwe ji dest dan."

Mihemed Neso bibîr xist ku ev ne cara yekemîn ku artêşa Tirk a dagirker komkujiyê pêk tîne, li dijî zarokên Sûriyê bi sedan komkujî pêk aniye, her wiha li seranserî Kurdistanê jî zarok bi sûcên hovane re rû bi rû dimînin.

Neso diyar kir ku salek di ser komkujiya Til Rifetê re derbas bû û her çi qasî raporên Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Meclisa Mafên Mirovan, ev sûc wekî sûcên şer bi nav kir, lê dîsa jî hesab ji van kujeran nehat xwestin.

Neso got: "Li ser navê malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê û şêniyên Efrînê em banga dadgehkirina kujer Erdogan dikin û dengê xwe tev li dengên rêxistinên mafên mirovan dikin, ku banga xistina Itîlafa Sûriyê di lîsteya terorê de dikin. Ji ber ev Itîlaf hevkarê Erdogan û komkujiyên li dijî şêniyên Efrînê ye."

 (eh)

ANHA