ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 12-2020`AN
1 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li Dêrik, Dirbêsiyê û Çilaxa bi armanca şermezarkirina peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraq û PDK'ê de xwepêşandan tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re dema li Sûriyê bû rûniştine bi bîr xistin ku rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku ji bo ku şoreş bi ser keve divê çand were parastin, gel pişta xwe bide xwe û jin bi rola xwe ya pêşeng rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa bajarokê Til Şayir piştî avakirina gelek komîteyên xizmetguzarî dest bi karê xwe kir. Di destpêka sala bê de wê endamên komîteyên mayî werin hilbijartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Bajarê Minbicê û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo, bang li civaka navneteweyî kir, ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sivîlan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim navçeya Eyn Îsayê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rayedarekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nepêkanîna Rûsya  rola xwe ku wek dewleteke garantor e û dayîna derfetê ji dewleta Tirk a dagirker re ku êrişên li ser herêmê pêk bîne, rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Êzidiyên li Helebê peymana di navbera hikumetên Iraq û Hewlêrê de ya têkildarî Şengalê şermezar kir û da zanîn ku liv û tevgera hikumeta Iraqê wekî fermaneke nû ya li dijî êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Rêveber a Yekitiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer peymana di navbera Bexdê û Hewlêrê de ya li ser Şengalê wekî berdewamkirina planên dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Kesên ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne, detsnîşan dikin ku dema ew tev li wê komê bûne, hatin xapandin û gotin ku ew ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin ku wan ferman didan û efserên PDK`ê pêk dianîn. Her wiha bang li endamên “Pêşmergeyên Roj” kirin ku dev ji wê komê berdin û vegerin Rojava. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- NY 30’ê Mijdarê wekî “Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî” ragihand, lê li hemberî sûcên şerê kîmyewî yên di sedsala zanist û teknolojiyê de bêdeng ma. Ev sûcê şer ku ji dema Yewnana Kevnar heta Serêkaniyê hatiye dubarekirin, bi tenê li ser kaxizan maye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Xweparastin ji bo civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekna li hember xeteriyan e. Almanya ya ku di her du şerên cîhanê de zirarên mezin dîtin ji bin kavilan rabû û aboriya wê xurtir bû, li gel wê jî Swîsre ji 500 sal ve ye tu êriş li dijî wê pêk nehatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şopên gundên Xirabê Bodka û Kozka Îsmaîl şahidên hovîtiya artêşa Tirk a dagirker a li dijî şêniyan û berxwedana qehremantî ne. Her du gundan piştî komkujiya Elqemişî nehişt komkujiyên dîtir dubare bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Amûdê însiyatîfa Komîteya Jîngeh û  Şaredariyan a peydakirina basên gel bi gaveke erênî nirxad. Endamê Rêveberiyê yê Beşa Veguhastinê diyar kir li gorî pêwistiyan dê basa bixin xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA