Navbera endamên rejîma Şamê û DAIŞ'ê şer: 28 kuştî û birîndar hene

Nêzî 28 endamên hêzên hikumeta Şamê di şerê bi çeteyên DAIŞ'ê re li herêma Fêda Ibin Moying a beyara El-Meyedîn li gundewarên rojhilatê Dêrazorê birîndar bûn û hatin kuştin.

Navbera endamên rejîma Şamê û DAIŞ'ê şer: 28 kuştî û birîndar hene
18 mijdar, 2020   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 28 ji hêzên hikumetê yên bi navê "parastina neteweyî " di encama şerê bi çeteyên DAIŞ'ê re li beyara El-Meydîn li gundewarên rojhilatê Dêrazorê birîndar bûn û hatin kuştin.

Li gorî SOHR'ê şer qewimî ji ber karwanek girêdayî hêzên hikumetê ber bi herêmê El-Meyedîn ve diçû da ku opresyonek paqijkirinê pêk bînin, di encamê de 11 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin ji nav wan esferek bi pileya general bû û li gorî SOHR'ê ew esfer fermandarê fûca 137'an ne û 17 endamên din birîndar bûn.

Piştî şer, hêzên hikumetê li herêmên El-Meyedîn hêzên xwe yên leşkerî xurt kir.

Hejmara kuştuyên ji 24'ê adara 2019'an de heta îro gihaşt 986 kuştî ji hêzên hikumetê ji nav wan ji cinsiyetên biyanî ne (2 ji hêzên Rûsyayê ne û 140 ji komên dilsozê bi Îranê re ne), hemû di êriş, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ'ê li beyara Dêrzor, Reqa, Himis û Swêdayê de hatin kuştin. Her wiha 532 ji çeteyên DAIŞ'ê di heman demê hatin kuştin.

Zêdeyî wan 4 sivîlên li zeviyên gazê kar dikin, 11 şivan û welatiyek di êrişên DAIŞ'ê li dijî herêmên di bin kontrola hêzên hikumetê de hatin kuştin.

(dm)