​​​​​​​Dozgeriya Tirk 25 sal ceza ji Leyla Guven re xwest

Dozgeriya dewleta Tirk  ji hevseroka KCD’ê Leyla Guven re di navbera 9 sal û 6 meh û heta 25 salan cezayê girtinê xwest.

​​​​​​​Dozgeriya Tirk 25 sal ceza ji Leyla Guven re xwest
18 mijdar, 2020   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de 18 doz hene û ev doz di dosyayekê de kirine yek.

Dadgeha doza Leyla Guven ku ji 18 dozan tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Guven bi îdiayên “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “gel beşdarî civîn û xwepêşandan û meşên li dijî qanûnan e kiriye” û “tevî bangan jî bêçek beşdarî meşê bûye û belav nebûne” tê darizandin. Dozgerê dozê bi daxwaza cezakirinê biryara xwe eşkere kir.

Leyla Guven beşdarî danişîna dadgehê nebû û parêzerên wê Serdar Çelebî, Cemîle Turhalli Balsak di danişînê de amade bûn.

Dozger îdia kir ku Guven li ser armanca “PKK-KCK’ê” xebitî ye û daxuyanî dane û xwest di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de ceza lê were birîn.

Her wiha dozger ji du îdiayên “propagandaya rêxistinê” jî xwest 10 sal ceza li Guven were birîn.

Parêzerên Guven ji bo parastinê dem xwest û lijneya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîneke din taloqî 21’ê Kanûnê kir.