​​​​​​​Rojnameyên erebî: Nîşaneyên xerabûna têkiliyên Amerîka-Tirkiyê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên Amerîka-Tirkiyê, tevgerên Rûsyayê li Sûdanê û aloziya Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Nîşaneyên xerabûna têkiliyên Amerîka-Tirkiyê
18 mijdar, 2020   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎLÊ ŞAM HIŞYAR KIR’

Girêdayî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî rojekê ji belavbûna wêneyên ketina generalên Îsraîlê ji xaka Sûriyê re ya piştî 9 salan, berdevkê artêşa Îsraîlê duh ragihand ku hêzên wan li nêzî xeta agirbestê ya li Colanê mayin bêbandor kirine. Her wiha Şam hişyar kir ku kiryarên bi vî rengî dubare neke.”

Hate diyarkirin ku cihê mayin lê hatine çandin ku li başûrê girê Colanê yê dagirkirî ye, herêmeke tampon e, girêdayî Sûriyê ye û li nêzî erdekî ye ku artêşa Îsraîlê di destpêka şer de wek nexweşxane bi kar dianî. Berdevkê artêşa Îsraîlê got ev cara duyemîn e ku rastî cihên mayinan tên û bê bandor dikin.”

'POMPEO NÎŞANEYÊN XERABÛNA TÊKILIYÊN AMERÎKA-TIRKIYÊ DIDE'

Girêdayî têkiliyên Amerîka-Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Paşguhkirina rayedarên Tirk ji aloyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ve di serdana xwe ya sêşemê ji bo Stanbolê de, bi xwe re nîşaneyên guhertina siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya nû tîne. Di demekê de ku Enqere li ser siyaseta serokê nû yên Amerîkayê Jeo Biden li hemberî xwe, bi fikar e ku çavdêr dibînin ku dê di çareserkirina dozên heyî de ji siyaseta rêveberiya berê hişktir be.”

Pompeo ji bo nîqaşkirina mijarên olî serdana Stenbolê kiribû, bêyî ku bi tu rayedarên Tirk re bicive. Tevî ku Pompeo piştrast kiribû ku ew dixwaze berpirsên Tirk ji bo rawestandina “tevgerên xwe yên dijminahiyê” îqna bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê nerazîbûna xwe li ser serdana Pompeo ya ji bo nîqaşkirina azadiya olî li Tirkiyê nîşan dabû û piştrast kiribû ku azadiya olan li Tirkiyê parastî ye.

Rayedarekî Tirk ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji Bloombergê re gotibû Pompeo vexwendina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu ya hatina Enqereyê red kir û ji Çavuşoglo xwest ku ji bo hevdîtinê were Stenbolê. Her wiha diyar kir ku Çavuşoglu jî daxwaza Pompeo qebûl nekiriye û nerazîbûna xwe li ser paşguhkirina Pompeo ya hatina Enqereyê nîşan daye.

Pompeo ji rojnameya “Le Figaro” a fransî re wiha got: “Min û serok Macron kiryarên dawîn ên dewleta Tirk nîqaş kirin. Em her du dibînin ku kiryarên wê “dijminane” ne.”

Her wiha îşaret bi piştgiriya dewleta Tirk ji Azerbêcanê re kir û diyar kir ku Tirkiyê hêzên ji Sûriyê şandine herêmê.”

'RÛSYA TECRUBEYA TERTÛSÊ LI DERYAYA SOR PÊK TÎNE'

Têkildarî liv û tevgera Rûsyayê li Sûdanê rojnameya El-Beyan nivîsî: “Li ser bingeha reşnivîsa peymana ku Sûdanê û Rûsyayê di demên dawîn de mohr kir, dê di demeke nêzîk de li Sûdanê jî baregeheke Rûsyayê ya nû diyar bibe. Bi gotineke din jî dê li perava Sûdanê ya li Deryaya Sor navendeke lojîstîk were vekirin. Tişta diyar dibe ku Rûsya çavên xwe berdaye parzemîna Afrîkayê û ev baregeh tenê di çarçoveya nêrîna Rûsyayê di rola navneteweyî ya Moskovê ji dergeha Sûdanê de ye, nexasim ku baregeh dikare pêşwaziya keştiyên nukleerê bike.”

'HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ BÊ ENCAM IN'

Têkildarî rewşa Lubanê jî rojnameya El-Exbar nivîsî: "Li şûna ku ji bo avakirina hikumeteke nû li Lubnanê li hev bikin, dan û standinên der barê avakirina hikumeta Lubanê de bê encam bûn û li hemberî vê yekê Moskov hewl dide Sead El-Herîrî razî bike ku bi her kesî re bikeve nava şêwiran ku yek ji wan jî Cibran Basîl e."

(cx-eh)