Lûtkeya G20’an îsal li Erebistana Siûdî ye

Lûtkeya G20'an Şemiya bê li Erebistana Siûdî û dê were lidarxistin.

Lûtkeya G20’an îsal li Erebistana Siûdî ye
18 mijdar, 2020   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya G20'an (Koma 20’an) cara yekem dê li Erebistana Siûdî were lidarxistin. Tê payîn ku lûtke roja şemiya bê, bi rêya online û li ser asteke biçûktir were lidarxistin û du rojan dê dewam bike.

Tê payîn ku mijarên werin nîşqakirin ji ber vîrusa korona û aloziya aborî ya cîhanî, werin kurtkirin.

Li gorî AFP'ê, dan û standinên dualî yên di navbera lîderên cîhanê de, ji guherîna avhewayê bigire heya zêdebûna newekheviyê, dê di lûtkeyê de werin nîqaşkirin.

Rayedarekî ji Erebistana Siûdî ji AFP'ê re got mijarên sereke yên di lûtkeyê de werin nîqaşkirin, dê bandorên koronayê û gavên vejandina aboriya cîhanî bin.

Lûtkeya G20'an forumek e ku di sala 1999'an de ji ber aloziyên darayî hate damezirandin. Ev forum armanc xwe ew e ku welatên girîng ên pîşesaziyê û pêşkeftî bîne ba hev da ku pirsgirêkên bingehîn ên aboriya cîhanî nîqaş bike.

(dm)