Di êrişa Îsraîlê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîlê êrişeke asîmanî li dijî herêmên başûr pêk aniye, di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
18 mijdar, 2020   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku îro saet di 03:11’an de hêzên Îsraîlê ji aliyê Colanê ve li dijî herêma başûr a Sûriyê êrişeke asîmanî pêk anî.

Li gorî çavkaniyê leşkerî hêzên hikumeta Şamê bersiv daye û gelek moşek xistine xwarê.

Di encama êrişê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

(dm)