Îlyas Enter: Êrişên Tirkiyê berdewam in û garantor bi bazariyan mijûl in

Serokê Meclisa Gel a Aşûrî ya herêma Xabûr û Hesekê Îlyas Enter diyar kir, ger hêzên garantor qanûnên navneteweyî li ser erdê pêk neynin, dê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê berdewam bin û bang li aliyên ku soza parastina kêmneteweyan kir ku soz xwe pêk bînin û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Îlyas Enter: Êrişên Tirkiyê berdewam in û garantor bi bazariyan mijûl in
18 mijdar, 2020   08:06
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, tevî hebûna hêzên qaşo xwe garantor idîa dikin û tevî peymanên agirbestê herêm û gundên tê de sivîl hene tên topbarankirin.

Ji herêmên ku her tim tên topbarankirin û bombebarankirin, navçeya Til Temirê ya Hesekê ye.

Girêdayî mijarê, serokê Meclisa Gel a Aşûrî ya herêma Xabûr û Hesekê Îlyas Enter li ser êrişên li dijî herêmê, tevî hebûna hêzên garantor ên agirbestê, axivî.

 ‘DEWLETA TIRK LI DIJÎ SIVÎLAN KOMKUJIYÊN BERÊ VEDIGERÎNE’

Enter wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Aşûrî yê li herêm ne biyanî ne. Ji ber me fêrî dijminahî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Aşûrî bûne. Ji ber osmaniyan li dijî me di sala 1915’an de komkujî pêk anî, lê îro jî komkujiyên ji beriya 100 salî ve li dijî gelên Aşûr, Suryan û gelên herêmê pêk hatine ji nû ve dubare dibin, ew jî bi destê çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê di dema êrişên 2015’an de li dijî gundên Til Temirê."

Enter wiha domand: "Par, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêş çavên civaka navneteweyî û cîhanê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û gelê wê koçber kir."

 ‘JI BO PÊKANÎNA BERJEWENDIYAN, DAGIRKERÎ DI ÊRIŞÊN XWE DE BERDEWAM E’

Enter diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî herêmê berdewam in, ji ber bi her êrişekê re biha û bazarî di navbera dewletên ku idîa dikin de ku garantorê herêmê ne, heye. Her kes li berjewendiya xwe digere.

Enter bi lêv kir ku ger sînorek ji dewleta Tirk a dagirker û serokkomarê wê re nehatin danîn dê êrişên li dijî herêmê berdewam bike, her wiha êdî ew gefan li rojhilatê Deryaya Spî, dewletên herêmî û tevahî cîhanê dixwe.

Di berdewama axaftina xwe de Îlyas Enter wiha pê de çû: "Êdî dewleta Tirk gefan li dewletên mezin dixwe. Êdî em nizanin ew gef bi sedema hêza wê û hêza artêşa wê ye, lê bi sedema bazariyên wê bi dewletên li herêmê û Rojhilata Navîn aktîf in, lê şewqa kes wergirtiye."

 ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ PÊK BÎNE Û ÊRIŞÊN TIRKIYÊ REAWESTÎNE’

Îlyas Enter bang li civaka navneteweyî kir ku qanûnên navneteweyî li ser erdê pêk bîne, ji ber şermezarkirina êrişên têrê nake ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê, rawestîne.

Enter wiha bi dawî kir: "Kesên idîa dikin ku kêmneteweyan diparêzin, jê jî DYA’yê ya ku li ser qanûna parastina aşûrî û êzidiyên li Iraq û Sûriyê ji êriş û destdirêjiyan îmze kiriye, di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bê deng ma. Ji lew re em bang lê dikin ku li gorî peymanên xwe tev bigerin û parastina gelên herêmê û tevahî pêkhateyên wê bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d6eHLYJYsbg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>